Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ

   Ev guftûgoyeke bi taîfeya jinên xwîşkê min ên axretî ên ehlê îmanê re ye.

   Dema min dît ku di hin parêzgehan da taîfeya jinan bi awayekî ji dil û can û bi coşdarî bi Nuran ra eleqedar in û min zanî ku ji hedê min gelek zêde îtîmada wan a bi dersên min ên aîdê Nûrê re hene û dema cara sêyemîn ez hatim Ispartaya pîroz û Medresetû’z Zehraya me‘newî, min seh kir ku ew taîfeya jinên bimbarek ên ku xwîşkên min ên axretî ne, li benda derseka min in. Derseka min a heçko wek weaza li mizgeftê be. Halehal tevî ku ez ji çar-pênc aliyan ve nexweş im û hem perîşan im, heta taqeta min a axaftin û fikirînê jî nebû, îşev bi hişyariyeke xurt niqûtî dilê min ku:

   “Madem pazdeh sal berê li ser daxwaza xortan te Rêbera Xortan ji wan re nivîsî û gelek sûd ji wê hate wergirtin. Halehal, taîfeya jinan di vê demê da ji xortan gelek bêhtir hewcedariya wan bi rêbereke wisa heye.”   

   Ez jî li ser vê hişyariyê, tevî perîşanî û bêhêzî û jariya xwe, bi sê nukteyan, hinek xalên pêwist ji wan xwîşkê xwe yên bimbarek û wan ewladê xwe yên manewî yên cuwan re beyan dikim.    

   Nukteya Yekemîn: Ji ber ku esasa herî girîng a Rîsaleê Nûrê şefqet e û taîfeya jinan qehremanê şefqetê ye, ji aliyê fitretê ve hê bêhtir bi Rîsaleê Nûrê re pêwendîdar e. Û lîllahîlhemd ev pêwendiya fitrî li gelek deran tê hîskirin. Fedakariya di vê şefqetê de ji ber ku îxlaseke rasteqîn û maneya fedakariyeke bê berdêl îfade dike, niha, vî zemanî gelek girîngiya wê heye.    

   Belê, dêyek ji bo ku zaroka xwe ji xetereyê rizgar bike bêyî ku ucretekê bixwaze giyanê xwe feda dike û bi îxlaseke rasteqîn ji ber wezîfeya xwe ya fitrî xwe gorî zaroka xwe dike; eva hanê nîşan dide ku di jinan de lehengiyek gelek bilind heye. Bi înkîşafa vê lehegiyê dikare hem jiyana xwe ya dinyayê hem jî jiyana xwe ya axretê xilas bike. Bes seba hinek cereyanên xerab ew karektera xurt û giranbûha înkîşaf nake, yan jî tê sûîstîmalkirin. Ji sedan mînakên wê mînakeke biçûk ev e: Ew dêya şefqetdar ji bo ku zaroka wê di jiyana dinyayê de nekeve xetereyê û da ku îstîfade û faydeyê bibîne, her fedakariyê datîne li ber çavê xwe, wî wisa terbiye dike. Dibêje “Bila kurê min bibe paşa” û ji ber wê hemû malê xwe dide, ji dibistana hafiziyê derdixîne, dişîne Ewrûpayê. Bes, qet nahizrîne ku jiyana ebedî ya wê 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat