Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Eynen wisa jî: Vê demê dehşetirîn firqeya delaleta zindiqeyê ya ku di şerê hember Îslamê de û bi plana nefsa emareyê û ji komandaya Şeytanî re hatî dayîn jinên çaqrût in û xanimên nîvçiplaq in ku bi çîpên xwe yên rût û bi kêrên hêwilnak êrîşî ehlê îmanê dikin. Hewl didin ku rêya nîkahê bigrin û rêya fuhûşxaneyê fireh bikin û nefsa gelekan pevre êsîr dikin û qelbê wan û ruhê wan bi gunehên mezin (kebaîr) birîndar dikin; belkî hinek ji wan qelban dikujin. Ji ber ku çend salekî nîşanî hewesatê nemehremî kiriye, ew çîpên kêravêj wek ceza dê bibin êzingên dojehê û serê pêşî dê ew çîpana bişewitin û ji ber ku di dinyayê de ewleyî û dilsozî wenda kiriye, êdî wî mêrê munasib yê xilqeten dixwaze û fitreten pir muhtac e jî bi dest naxe. Peyda bike jî, dê bibe belaya serê wê. Heta wek encama vê rewşê, wê axirzemanê, li hin deran ji ber bêrexbetî û bêrîayeta nîkahê dê jin ewqas bêxwedî û bêqîmet bibin ku hetanî zilamek dê li çil jinan binêre, eva hanê ji riwayeta hedîsê tê fêmkirin. 1    

   Madem heqîqet ev e. Û madem her bedewek ji bedewiya xwe hez dike û ji destê wê bê dê wê biparêze û naxwaze xera bibe. Û madem bedewî nîmetek e; eger şukrê nîmetê bête kirin wê ew nîmet ji aliyê manewî ve zêde bibe. Eger şukr neyê kirin wê biguhere, wê kirêt bibe. Eger aqlê wê hebe helbet wê bi hemû hêza xwe ji wê çendê baz bide ku bi husn û cemala xwe gunehî bi dest bixe û bide bidestxistin û wê husn û cemalê pîs bike û jehrîn bike û wê nîmetê bi kufranê veguherîne sebeba ezabê. Û ji bo ku wan neh-deh sal cemala xwe mayende bike dê wê cemalê bi awayekî meşrû bi kar bîne û wê bi vî awayî şukir bike. Yan jî wê di dema xwe ya extiyariyê de bi îstîsqalê re rûbirû bimîne û wê bi awayekî bê hêviyane bigirî. Û di gorê de dê ew çîpên wê yên ku gelek guneh bi dest xistî û dayî bidestxistin di sûretê maran de jê re bixuye. Û di dojehê de dê ezabê şewata wan organên xwe yên xweşik ên kirêtbûyî bikêşe.    

   Eger ew cemal di daîreya Îslamê de, bi xemla adabên Qur’anê werin spehîkirin, ew bedewiya fanî hem wê ji aliyê manewî ve mayende bibe, hem jî wê bi awayekî ku ji cemala huriyên bihiştê hê şêrîntir û hê geştir jê re were dayîn; eva hanê bi hedîsê qet‘î e, sabit e. Eger qasî zereyê aqilê wê bedewê hebe, vê encama wisa spehî, geş û ebedî ji dest xwe dernaêxe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat