Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Çunkî ji nav deh jinên ku xwe rût û tazî kirî de yek tenê heye ku ji ber ku yên ji hevjînê xwe qeşengtir nedîtiye hewl nade xwe bi yên biyanî nede hezkirin. Nehê wan yên ji hevjînê xwe baştir dibînin. Û ji bîst zilaman ancax yek tenê heye ku ya ji hevjîna xwe xweşiktir nabîne. Wê demê dê ew hezkirina ji dil û can û ew giramiya hember here, digel wê jî dibe ku bibe sedema şiyarkirina hesteke gelek pîs û gelek rezîlane. Wisa ku:    

   Mirov ji aliyê fitretê ve di hember nemehremên xwe yên wek xuşkê ne xwediyê hestên şehwetî ye. Çunkî rûyên mehreman ji ber merivatî û mehremiyetê şefqet û hezkirineke rewa (meşrû) dide hîskirin, lewra meylên nefsî û şehwetî dişkîne. Feqet, rûthêlana derên ku li gorî şerîetê nîşandayina wan a bo mehreman jî necaîz, ya wek çîpan dibe ku di nefsên suflî de bibe sedema hişyarbûna hestên gelek xerab. Ji ber ku rûyê mehremî xeberê ji mehremiyetê dide, naşibihe nemehremê. Feqet, wek mînak çîpên rût di ya mehrem û nemehremî de eynî ne. Çunkî elameteke farîqe ya ku ji mehremiyetê xeber (nîşan) bide nîne, mumkin e ku di hin mehremên suflî de nezereke hewesî ya heywanî şiyar bike. Eva hanê jî suqûteke însanî ya dehşet û felaket e!

   Hîkmeta Çaremîn: Wek tê zanîn nesla zêde daxwaza her kesî ye. Tu milet û tu hukumet nîne ku ne alîgirê zêdebûna neslê be. Heta Resûlê Ekrem (s.) ferman kiriye:

تَنَاكَحُوا تَكَاثَرُوا فَاِنِّى اُبَاهِى بِكُمُ اْلاُمَمَ

   Yanî, “Bizewcin û zêde bibin, di qiyametê de ezê bi zêdebûna we şanaz bibim.”   

   Halehal rakirina xwenixumandinê zewacê zêde nake, gelek kêm dike. Çunkî xortekî herî serserî û hemdem jî dixwaze ku hevjîna wî xweynamûs be. Ji ber ku naxwaze wekî wî esrî yanî rût û tazî be, ezeb dimîne, dibe ku bikeve fuhûşê jî. Jin ne wisa ye, nikare zilamê xwe ewqasî bixe bin destê xwe. Çunkî xesleta herî bingehîn a jinê -ji ber ku di jiyana malbatê de midûreke navxweyî ye, memûra parastina mal û zarok û her tiştê zilamê xwe ye- dilsozî ye, ewleyî ye. Lê heçî rût û tazîbûnî ye vê dilsoziyê dişkîne, di nezera zilamê xwe de ewleyiyê winda dike, wê bike ew poşman bibe. Heta ew herdu xisletên spehî yên di zilaman de yek wekî wêrekî û camêrî eger di jinan de be, ji ber ku ji ewlehî û dilsoziyê re zirar in ji exlaqê xerab in, ji xisletên xerab tên hesibandin. Lêbelê wezîfeya zilamê wê, ne ew e ku jê re debarvanî û dilsoziyê bike, belkî hîmaye û dilovanî û îhtiram e. Ji ber wê çendê ew zilam nayê sînordarkirin, dikare jinên dî jî mehr bike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat