Lem‘eya Bîst û Çaremîn
Derbarê Xwe-nixumandinê de ye
(Ku Meseleya Duyemîn û Sêyemîn ên Notaya Pazdehemînê bû, ji ber girîngiya wê bûye Lem‘eya Bîst û Çaremîn.)
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
Ayeta
يَا اَيُّهَا النَّبِىُّ قُلْ ِلاَزْوَاجِكَ وَبَنَاتِكَ وَنِسَاءِ الْمُؤْمِنِينَ يُدْنِينَ عَلَيْهِنَّ مِنْ جَلاَبِيبِهِنَّ
fermana xwenixumandinê dide. Lê heçî medeniyeta sefîh e dijî vî hukmê Qur’anê diçe. Xwenixumandinê fitrî nabîne, dibêje: “Esaretek e.” (Haşiye)
Bersiv: Em ji wan hîkmetên ku îşaret dike ku ev hukmê Qur’anê fitrî ye û dijberê wî jî ne fitrî ye çar hîkmeta beyan bikin.
Hîkmeta Yekemîn: Xwenixumandin ji bo jinan fitrî ye û fitreta wan pêwist dike.