Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Însan ji hêla mahiyeta xwe ya cami‘ ve bi piraniyên mewcûdatê ve eleqedar e. Hem qabiliyeteke hezkirinê ya bêhed û bêhesab hatiye xistin nav mahiyeta cami‘ ya însên de. Ji ber wê çendê, însan ji hemû mewcûdatê hez dike. Mîna mala xwe ji vê dinyaya mezin hez dike. Wek bexçeyê xwe ji bihişta ebedî hez dike. Halehal ew mewcûdata ku ew jê hez dike naseke, diçe. Ji veqetînê her dem êş û janê dikêşe. Ew hezkirina wî ya bêhed û hesab dibe sedema êş û janeke manewî ya bêhed û hesab. Qebahet û qusûra kişandina wê êş û azarê, ya wî ye. Lewra, sedema ku ew qabiliyeta hezkirinê ya bêhed û hesab a di dilê wî de jê re hatiye dayîn ew e ku wê hezkirinê arasteyî zatekî xwediyê cemaleke baqî ya bêhed û hesab bike. Ew însan ji ber ku vê xisûsê sûîîstîmal dike û wê hezkirinê di mewcûdata fanî de dimezixîne qusûrê dike, cezayê qusûra xwe jî bi êş û azara veqetînê dikêşe.

   Va ye ev cumleyê pêşî yê

يَا بَاقِى اَنْتَ الْبَاقِى

yê, ku “Xwe ji vê qusûrê dûr dixe, pêwendiya xwe ji mehbûbên fanî qut dike, hêj wan mehbûbana ew terk nekirî ew wan terk dike, û bi vî hawî hemû wê hezkirinê di Mehbûbê Baqî de hesir dike”yê îfade dike; (her weha maneyeke wisa jî)îfade dike: “Baqiyê rastîn tu tenê yî. Masîwa fanî ye. Tişta fanî be, bêguman nabe wesîleya hezkirineke baqî û evîneke ezelî û ebedî û eleqeya wî qelbê ku ji boyî ebedê hatiye afîrandin.” “Madem ew mehbûbên bêhed fanî ne, dest ji min berdidin û diçin; hêj wan dest ji min bernedayîn ez bi gotina

يَا بَاقِى اَنْتَ الْبَاقِى

dest ji wan berdidim. Ez bawer dikim ku tu tenê baqî yî û bi îbqaya te mewcûdat beqayê dibîne. Nexwe, ewana bi hezkirina te tên hezkirin. Eger na, ne layiq in ku qelb bi wan re eleqedar bibe.” 

   Va ye qelb di vê rewşê de dest ji mehbûbên xwe yên bêhed û hesab berdide. Demxeya fanîtiyê ya ku li ser husn û cemala wan e dibîne, eleqeya xwe qelbî qut dike. Eger qut neke, bi qasî hejmara mehbûbên wî dibin birînên manewî. Cumleyê duyemîn a

يَا بَاقِى اَنْتَ الْبَاقِى

yê ji wan birînên bêhed û bêhesab re hem dibe melhem, hem dibe tiryaq. Yanî

يَا بَاقِى

madem tu baqî yî, bes e; tu hêjayî her tiştî yî. Madem tu heyî, her tişt heye.”

   Belê, ev husn û îhsan û kemala di mewcûdatê de ne ku dibin wesîleya hezjêkirinê, bi giştî, nîşaneyên husn û îhsan û kemalata Baqiyê heqîqî ne û sî’yên qels ên ku di gelek perdeyan de derbas bûne ne; a rast sî’yên sî’yan ên cîlweyên esmayê husnayê ne.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat