Belê, di du awayan de îcada Qedîrê Mutleq heye; hem di sûretê îbda’ê de hem di awayê înşaê de. Tunekirina heyinê û çêkirina ji neyinê qanûneke wî ya herî hêsan, belkî ya daîmî û umûmî ye. Ew qudreta ku di biharekê de şekl û sîfetên sêsed hezar cûre mexlûqatê candar, belkî ji bil zerreyên wan hemû çawanî û rewşên wan ji tunehiyê îcad dike; îca ew merivê ku bêje ew Qudret “nikare tunehiyê biafirîne” bila tune bibe!
Ew zatê ku ji tebî‘etê qeriyayî û derbasî heqîqetê bûyî, dibêje: “Bi qasî libên zerreyan şukir û pesn û sena ji Cenabê Heq re be ku min îmana tam bi dest xist û ez ji averêtiyê rizgar bûm û tu şika min nema.
اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ عَلَى دِينِ اْلاِسْلاَمِ وَكَمَالِ اْلاِيمَانِ
سُبْحَانَكَ لاَ عِلْمَ لَنَا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ
***