Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ceya îmtîna‘yê de zehmet e, lewma bûne du grûb. Grûbeke wan bûne Sofestaî, û ji aqilê ku hewasê mirovî ye îstîfa kirine û ji heywanên ehmeq xwartir ketine; û ji ber ku înkarkirina wicûda kaînatê, heta înkarkirina wicûda xwe jî, ji wî meslekê delaletê yê ku esbab û tebîet xweyîcad didîtin, hêsantir dîtine; hem xwe înkar kirine hem kaînat înkar kirine û ketine di nav cehla mutleq. Grûba dî, nêrîne ku di meslekê delaletê de, ji hêla îcadkariyê ve esbab û tebîet, di afirandina mêş û dendikekê de zehmetiyek bêhed heye; û hem îqtîdareke wisa lazim dike ku derveyî pîvanê aqil e. Ji ber hindê, ji mejbûrî îcadê înkar dikin û dibêjin “ji tunehiyê nayê afirandin.” Û tunebûnê jî muhal dibînin û hukim dikin ku “heyî nabe tune.” Bes ewana, texeyul dikin ku bi hereketa zerreyan û bi bayê tesadûfê, terkîb û tehlîl û belavbûn û kombûneke bi awayê rewşeke îtîbarî ye.   

   De ka were van merivên ku di xwartirîn dereceya ehmeqtî û cehaletê de, lê xwe aqilmendtirîn zend dike, bibîne. Û zanibe ka delalet, çiqas mirovî digêre hetikî û zelîl û echel, û îbretê jê bistîne.   

   Qudreteke wisa ezelî heye ku her sal li ser rûyê erdê çarsed hezar cûreyan bi hev ra îcad dike û asîman û erd di şeş rojan de afirandiye; û di şeş hefteyan de, di her biharekê de gerdûneke candar a ji gerdûnê bisen‘etir û bihîkmetir ava kiriye. Êdî ev qudreta ezelî; mewcûdata ilmî ya ku di daîreya ilmeke ezelî de planên wê mîqdarên wê hatine diyarkirin, bi şeklê eczayeke wisa ku nivîseke nayê dîtin nîşanî çavan bike, bi rengekî hêsanî wucûdekî xaricî bide mewcûdatata îlmî ya madûmata xaricî, ji wê qudreta ezelî ne dûr e û ku mirov vê înkar bike ev ehmeqbûn û nezanbûneke ji ya van Sofestaiyan xirabtir e. Ev bextbireş û acizên mutleq ku ji cuz’ekî îxtiyarî pê ve di destên wan de tiştek nîne, ji ber ku nefsa wan bûye wek a Fir’ewnî nikarin tiştekî îdam bikin û tune bikin û nikarin zerreyekê, madeyekê ji tuneyî îcad bikin û ji ber ku ji destê esbab û siruşta ku wan ewleyiya xwe pê aniye îcad nayê, ji ehmeqiya xwe dibêjin: “Ji neyînê heyî çênabe, heyî jî tune nabe.” Dixwazin vê distûra batil û şaş teşmîlê Qedîrê Mutleq bikin.

   Belê, du awayên îcadê yên Qedîrê Zulcelal hene: Yek ji wan bi îxtîra’ û bi îbdayê ye. Yanî, ji tineyê wicûdê dide û çi tişta ku pêwistiya wî pê hebe ji tuneyê îcad dike û dixe destê wî de. Ya din bi înşaê ye, bi sen‘etê ye. Yanî, ji boyî gelek hîkmetên deqîq ên wek nîşandana hîkmeta xwe ya tam û gelek cilweyên esmayê xwe, ji unsûrên gerdûnê hin mecûdatî înşa dike; her zerre û madeyên ku bi fermana wî ve girêdayî ne, bi qanûna rezaqiyetê ji wan re dişîne û di wan de dide xebitandin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat