wisa hatiye îsbatkirin, em hewaleyî wan dikin, li vir emê tenê razeke gelek girîng a ji aliyê ilim û qedera îlahî û qudreta rebbanî ya vê hêsaniyê beyan bikin. Wisa ku:
Tu mewcûdek î. Eger tu xwe bidî Qedîrê Ezelî, wek tu niftikekê vêxî, ji hîçî, ji tuneyî, bi fermanekê, bi qudreta xwe ya bêhed û anîden wê te biafirîne. Eger tu xwe nedî wî, belkî tu xwe bispêrî esbabê madî û siruştê, wê demê, ji ber ku tu xulaseyeke birêkûpêk a gerdûnê yî û fêkiya wê yî û tu fihristeka wê ya biçûk î û lîsteya wê yî, ji bo ku te çêbike, pêwist e gerdûnê û enasirî bi seradeke hûr biseridîne û madeyên di wicûda te de bi pîvanên hesas ji derdora alemê kom bike. Ji ber ku esbabê madî tenê terkîb dike, kom dike. Li ba hemû ehlê aqilî musedeq e ku ya ne ji wan be nikarin ji hîçî û tineyî çêbikin. Nexwe, mecbûr dibin ku cismê candarekî biçûk ji derdora alemê kom bikin. Va ye, di wehdet û tewhîdê de çiqas hêsanî heye, di şirk û delaletê de çiqas zehmetî hene, fêm bike.
Ya Duyemîn: Ji aliyê ilmê ve hêsaniyek bêhed heye. Wisa ku:
Qeder cûreke ilmê ye ku mîqdareke her tiştî ku di hukmê qalibê manewî û taybet de ye, tayîn dike. Û ew mîqdara qederî ji wicûda wî tiştî re dikeve şûna plan û modelekê. Wê dema ku qudret îcad dike, heta tu bêjî bi hêsan wê qederê li ser mîqdarê îcad dike. Eger ew tişt neyê dayîn bo Qedîrê Zulcelal ê xwediyê ilmekî muhît û bêhed û ezelî, wek me beriya niha gotî, ne ku hezaran zehmetî, belkî dê sed muhalat derbikevin holê. Ji ber ku eger ew mîqdara qederî û ew mîqdara ilmî nebe, pêwist e, hezaran qalibên xarîcî û madî di laşê heywanekî biçûk de bê bi kar anîn.
Va ye, razeka ku di wehdetê de çi hêsaniyek bêpayan heye û di delaletê û di şirkê de çi zehmetiyên bêhed hene fêm bike û zanibe ku ayeta;
وَمَا اَمْرُ السَّاعَةِ اِلاَّ كَلَمْحِ الْبَصَرِ اَوْ هُوَ اَقْرَبُ
yê çi heqîqeteke heqîqetdar û rast û bilind îfade dike, bizan.
Pirsa Sêyemîn: Muhtediyê ku berê neyar bû, lê niha dost e dibêje ku: “Vî zemanî feylesofên ku gelek zêdegaviyan dikin dibêjin ku, ‘Qet tu tişt ji hîçiyê nayê îcadkirin û tiştek nayê tunekirin; bes terkîb û tehlîlek e ku fabrîqeya gerdûnê bi kar tîne. ’”
Bersiv: Ew feylesofên zêdegaviyan dikin ên ku bi nûra Qur’anê li mewcûdatê nanêrin, dinbînin ku çêbûn û wicûda mewcûdatê ya bi