Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Bersiv: Di beyana

وَهُوَ عَلَى كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ

a Kelîmeya Dehemîn a Nameya Bîstemîn e de ew raz bi awayekî gelek eşkere û qet‘î û muqnî‘ hatiye beyankirin.   Nexasim di zeyla wê Nameyê de bi awayekî eşkeretî hatiye îsbatkirin ku, dema hemû mesnûat were spartin bo Sani‘ê Wahid, wekî mewcûdekî tenê hêsan dibe. Eger neyê dayin bo Wahidê Ehed, wê demê îcada mexlûqekî tenê bi qasî hemû mewcûdatê zor dibe. Û afirandina dendikekê qasî darekê zehmet dibe. Eger were dayin bo Sani‘ê wî yê Rasteqîn wê demê gerdûn wekî darekê û dar wekî dendikekê û bihişt wekî biharekê û bihar wekî kulîlkekê hêsan dibe, hêsaniyê peyda dike. Û em bi çavê xwe dibînin ku mebzûliyetek û erzaniyek bêhed heye û ferdên zêde yên her new’ekî bi hêsantî peyda dibin û mewcûdat digel hêsanî û leza zêde bi awayekî birêkûpêk û bisen‘et û biqîmet û bi hêsanî çêdibin; bi sedan delîlên ku sedema razên çêbûna wan û hîkmeta wan nîşan didin hene ku di rîsaleyên dî de bi teferu‘at hatiye beyankirin; emê di nav wan de yek-duduyan bi kurtî destnîşan bikin.    

   Mînak, wek çawa sed leşker werin dayîn bo rêveberiya fermanda­rekî, sed dereceyan ji wê hêsantir e ku leşkerek were dayîn bo rêveberiyên sed fermandaran; wek çawa, dema teçhîzata leşkerî ya artêşekê were dayîn bo merkezekê, bo qanûnekê, bo fabrîqeyekê, bo fermana padîşahekî, ji aliyê çendaniyê ve qasî techîzata leşkerekî hêsan dibe, ku techîzata leşkerî ya neferekî were hewale kirin bo gelek navend û fabrîqe û fermandaran jî, ji aliyê çendaniyê ve qasî techîzata artêşekê zor dibe. Ji ber ku ji bo teçhîzata leşkerekî tenê, pêwiste bi qasî hewceyiya hemû artêşê fabrîqe hebin.

   Hem em dibînin ku darek ji ber ku madeyên jiyana wê ji aliyê raza wehdetê ve, di kokekê da, di navendekê da, bi qanûnekê tê dayîn, ew dara ku hezaran fêkiyan dide qasê fêkiyekê tenê hêsan e. Eger ji wehdetê here kesretê û ew madeyên jiyanê yên ku ji her fêkiyekê re pêwist in ji cihên cuda werin dayîn, wê demê her fêkiyek qasî darekê zehmet dibe. Belkî dendikeke bi tenê jî ya ku numûne û fihristeke darê ye, qasî wê darê zehmet dibe. Ji ber ku hemû ew madeyên jiyanê yên ku ji jiyana darekê re pêwist in, ji dendikekê tenê re jî pêwist in.

   Va ye bi sedan mînakên wekî van mînakan hene û nîşan didin ku, bi hezaran mewcûdên ku di wehdetê de gelek û gelek bi hêsan tên wicûdê, di şirkê de, di kesretê de ji mewcûdekê tenê hêsantir çêdibin. Ev heqîqeta hanê ji ber ku di rîsaleyên dî de wek çawa “du caran dudu, dibe çar”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat