Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

DAWÎ

   Ew zatê ku fikra kufrî ya siruştê terikandî û hatî îmanê, dibeje ku:    

   Elhemdu lîllah, gumanên min neman. Bes, çend pirsên min ên ku ji min re bûne meraq hene.

   Pirsa Yekemîn: Em ji gelek merivên tiral û nenimêjker (tarkus-selat) seh dikin, dibêjin ku: “Ma çi hewceyiya Cenabê Heq bi îbadetê me heye ku di Qur’anê de gelek bi tundî û bi îsrar zorê li yên îbadet terk kirî dike û bi cezayeke bi dehşet wek ya dojehê tehdît dike? Îfadeya Qur’anê ya biendaze, biîstîqamet û adil çawa lê munasib dibe ku di hember xetayeke wisa bêqîmet û hindik de şideteke zêde nîşan dide. ?”   

   Bersiv: Belê, Cenabê Heq ne hewceyî îbadetê te ye, belkî ne hewceyî tu tiştî ye jî. Bes, tu hewceyî wî îbadetî yî; tu ji aliyê manewî ve nexweş î. Heçî îbadet e; me di gelek rîsaleyan de îsbat kiriye ku ji wan birînên te yên manewî re wekî panzehîrê ye. Gelo nexweşek hebe, doktorekî şefqetdar derbarê wê nexweşiyê de ji bo ku dermanê bikêr pê bide xwarin îsrarê li nexweşî bike, nexweş jî di hember wê îsrarê de ji doktorî re bêje: “Çi hewceyiya te heye, ku tu evqas îsrarê dikî?”, tu dê zanibî ku ev çiqas bêmane ye.    

   Bes, heçî gefên tund û cezayên bidehşet ên Qur’anê yên derbarê terka îbadetî de ne: Wek çawa padîşahek ji bo ku huqûqa xelkê (raiyeta) xwe biparêze, merivekî ji adî ku ku zererê bide huqûqê raiyeta wî, li gorî xetayê wî cezakî dijwar didiyê. Wisa jî, ew merivê ku terka îbadetî û nimêjê bike, ew kes êrîşeke mezin li huqûqê mewcûdatê ku di şûna raiyeta Sultanê Ezel û Ebed de ye dike û ji aliyê manewî de stemê lêdike. Ji ber ku kemalên mewcûdatê, di wan aliyê ku berê wan li Sani‘iye de bi tesbîh û îbadetê tezahur dibe. Yê terka îbadetê bike, ew îbadetê mewcûdatî nabîne û nikare bibîne. Dibe ku înkar jî bike. Wê demê ew kes mewcûdatê, ku ji aliyê îbadet û tesbîhê ve di meqamekî bilind de ye û her yek ji wan nameyeke Semedanî ne û neynikeke esmayê rebbanî ne, ji wan meqamên bilind dadixîne jêr û wana di rewşeke bêqîmet, bêwezîfe, bêcan û perîşan de dibîne; û bi awayî ew kes heqaretê li mewcûdatê dike û kemalata wan înkar dike û êrîşî wan dike.    

   Belê, her kes gerdûnê di neynika xwe de dibîne. Cenabê Heq, mirov ji bo kaînatê di sûretê mîqyas û pîvanekê de afirandiye. Di vê alêmê de alemeke taybet daye her însanekê; rengê wê alemê li gorî îtîqada qelbê wî însanî nîşan dide. Wek mînak, ew mirovê ku bi awayekî gelek xemgîn û şîngirtî digirî, mewcûdatê jî di awayê girîn û xemgîniyê de dibîne.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat