Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Di nahiyeyekê da ji du mudîran bigre heta di welatekî da du padîşahan, ev qanûna “mena îştîrakê” ya serbixwebûniya di serweriyê de, di dîroka mirovahiyê de bi tevliheviyeke gelek ecêb hêza xwe nîşan daye. Ev mirovên wisa qels û hewcedarî alîkariyê, ku siheka fermandarî û serweriya di wan de bi vê dereceyê mudaxeleyê red bike û ji mudaxeleya xelkê re bibe asteng û di serweriya xwe de şirîkiyê qebûl neke û hewl bide ku di meqamê xwe de serbixwebûna xwe bi teesubeke zêde biparêze, ka wê bibîne; paşê jî li Zatekî Zulcelal ê ku serweriya wî ya mutleq di dereceya rubûbiyetê de; û amîriyeta wî ya mutleq di dereceya ulûhiyetê de ye û îstîqlaliyeta wî ya mutleq di dereceya ehediyetê de ye û îstîxnaya wî ya mutleq di dereceya qedîriyeta mutleq de ye binêre ka ev reda mudaxeleyê û men’a îştîrakê û terda şerîkiyê çi derece zerûreta wê serweriyê ye û çi pêwistiyeke wacib e, hek tu bikarî qiyas bikî, bike.    

   Bes şika te ya duyemîn ku: Eger hin esbab bibin merce‘ê hin ubûdiyetên hinek cuz’iyatan, wê ji ubûdiyetên mexlûqatî yên ji zerreyê hetanî gerestêrkan ên ku berê wan li Zatê Wacîbûl Wucûb e, tu noqsanî çêbibe?    

   Bersiv: Afirînerê Hekîm ê vê gerdûnê gerdûn wek darekê afirandiye û mêweya wê ya herî mukemel kiriye hişmend û di nav hişmendan de jî fêkiya wê ya herî cami’ kiriye însan. Û di însanî de ya herî girîng, belkî encama afirandina însên û gayeya fitreta wî û semereya jiyana wî îbadet û şukir e; ew Hakimê Mutleq û ew Amirê Musteqîl û ew Wahidê Ehed ê ku ji bo ku xwe bide hezjêkirin û bide naskirin gerdûn afirandiye, ma wê însanî ku fêkiya hemû gerdûnê ye û wê şukir û îbadetî ku fêkiya herî bilind a însanî ye bixe destê yên dî? Ma wê bi yek carî dijberî hîkmeta xwe (tevbigere) û wê encama afirandinê û semereya gerdûnê ebes bike? Haşa û kella, ma wê razî bibe ku îbadetên mexlûqatî here ji hinên dî re, ku eva hanê hem hîkmeta wî hem rubûbiyeta wî dide înkar kirin? Ma qet destûrê dide? Û bi ef’alê xwe nîşan dide ku ew di dereceyeke bêhed zêde xwe dide hezjêkirin û xwe dide naskirin jî, ma wê şukir û minêdariyên mexlûqatê xwe yê herî mukemel û tehebub û ubûdiyeta wan bide esbabî û xwe bide jibîrkirin û meqsedên xwe yên bala yên di gerdûnê de bide înkarkirin? Ey hevalê ku dest ji siruştperestiyê berdayî, de ka tu bêje!    

   Ew dibêje: “Elhemdu lîlah, ev herdu şikên min çareser bûn, hem jî te derbarê wehdaniyeta îlahî de, yanî ya ku Me’bûdê Bîlheq ew e û ji bil wî tu kesê ku layiqî îbadetê nîne de du delîlên wisa geş û xurt nîşan da ku înkara wan mûkabereyeke (quretî) wekî înkara tav û rojê ye.”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat