Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Ji bo ku madeyên di laşê candarekê da ji her aliyê alemê bi pîvanên taybet û bi întîzameke xas îcad bike û bîne û bixe destê çapxaneyê, belê ava hanê dîsa hewceyî qudret û îradeya Qedîrekî Mutleq ê ku ew çapxane îcad kiriye ye. Nexwe, ev îhtimala çapxanetiyê û ferezetiya wê bi yek carî xurafeyeke bêmane ye.   

   Va ye, wekî van mînakên saet û kitêbê, Sani‘ê Zulcelal, Qedîrê Kulî Şey’ esbab afirandiye û musebabatê jî diafirîne. Bi hîkmeta xwe musebebatê bi esbabî ve girêdide. Cilweyeke şerîeta fitrî ya kubra ya îlahî, ku qanûnên adetulahê yên derbarê birêkûpêkirina tevgerên gerdûnê ne û siruşta tiştan ku tenê neynikek û me‘keseke wê cilweya ku di tiştande ye, wî bi îradeya xwe teyîn kiriye. Û wechê wê siruştê yê ku bûye mezherê wicûda xaricî bi qudreta xwe îcad kiriye û tişt (eşya) li ser wê siruştê afirandiye, xistiye nava hev de. Gelo qebûlkirina vê heqîqeta ku bêhed derece maqûl e û encama burhanên bêhed e, hêsantir e? Gelo ma ne di dereceya wucûbê de pêwist e? Yan jî cîhaz û aletên bêhed ên ji wicûda her tiştî re pêwist in bixin destê wan madeyên bêcan, bêşuûr, mexlûq, mesnû û besît ên ku hûn ji wan re sebeb û siruşt dibêjin û ew karên hekîmane û besîrane bi wan bixwe bidin çêkirin hêsantir e? Gelo ma ev ne di dereceya îmtîna‘ê de derveyî îmkanê ye? Em vêya hanê hewaleyî wîjdana te ya bêwîjdan dikin.   

   Munkir û siruştperest dibêje ku: “Madem tu min vedixwinî bo wîjdanê. Ez jî dibêjim ku: Ez li xwe mukir têm ku ev rêya ku heta niha bi şaşî em tê de diçûn hem sed dereceyan muhal e hem gelek zirardar e hem ekoleke heta tu bibêjî sik e. Ew kesê ku qasî zerreyê hişmendiya wî hebe wê ji wan tehqîqatên we yên derbasbûyî fêm bike ku mumteni’ e û muhal e ku îcad ji esbabî re û ji siruştê re were dayîn. Û wacib e û zerûrî ye ku her tişt rasterast ji Wacîbul-Wucûdî re werin dayîn. Ez dibêjim Elhemdû lîllahî ele’l-îman û ez îmanê tînim. “Bes şikeke min heye: Ez qebûl dikim ku Cenabê Heq xaliq e. Bes, mudaxeleya hin esbabên cuz’î yên li ser îcada hin tiştên bêqîmet û ya ku ew esbab hin medh û sena bi dest dixin gelo wê çi zererê bide selteneta rubûbiyetê? Gelo ma wê kêmasiyek were ser Selteneta wî?”

   Bersiv: Wek çawa me di hin rîsaleyan de bi wayekî qet‘î îsbat kiriye ku, şe’nê serweriyê redkirina mudaxeleyê ye. Heta, hakimekî, karmendekî herî kêm qebûl nake ku lawê wî (jî) di daîreya hakimiyeta wî de mudaxeleyê bike. Hetta, ji ber tewehuma mudaxeleya hakimiyeta wî hin padîşahên dîndar digel ku xelîfe jî bûn zarokên xwe kuştine. Eva hanê nîşan dide ka di serweriyê de qanûna “reda mudaxeleyê” çiqas biesas hukim dike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat