Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Belkî musebeb rasterast digel sebebî afirandiye û ji bo ku cilweya esmayê xwe û hîkmeta xwe nîşan bide, sebebiyeteke zahirî ya bi tertîp û bitenzîm û muqarentek dayiye wan (da ku bi vê çendê) ew sebebana ji qusûr û bêmerhemetî û noqsaniyetên zahirî yên ku di tiştan de ne bibin merce‘, (lewma) esbab û siruşt bo destê qudretê kiriye perde, bi wî awayî îzeta xwe parastiye.   

   Gelo saet-sazek çerxên saetê çêbike, paşê wê saetê bi çerxan tertîp û tenzîm bike, hêsantir e, yan jî makîneyeke xarîqe di nav wan çerxan de çêbike, paşê çêkirina saetê bide destên bêcan ên wê makîneyê, da ku saetê çêbike, hêsantir e? Gelo ma eva hanê ne derveyî îmkanê ye? Hadê bi wî hişê xwe yê bê wîjdan tu bêje, tu bibe hakim. Yan jî nivîskarekî hibir û qelem û kaxes anî. Gelo ew bi şexsê xwe wê kitêbê bi wê binivîse hêsantir e yan jî di nav wê kaxez û hibir û qelemê de makîneyeke nivîsê ya ji wê kitêbê bisen‘etir, zehmettir, bes xasî bi wê kitêbê tenê ve îcad bike, paşê jî ji wê makîneya bêşuûr re bibêje “hadê, tu binivîse!” û ew bixwe tevlî nebe, hêsantir e? Gelo sed carî ji nivîsê ne zehmettir e?    

   Eger tu bibêjî: Belê îcada vê makîneya ku kitêbekê binivîse sed carî ji wê kitêbê zehmettir e. Feqet, ji ber ku ew makîne ji nivîsîna gelek nusxeyên eynê kitêbê re dibe wasîte, dibe ku hêsaniyek hebe.

   Bersiv: Neqaşê Ezelî bi qudreta xwe ya bêhed, ji bo ku cilweya esmayê xwe yê bêdawî her demê nû bike û bi awayên cuda cuda nîşan bide teşexusa ku di tiştan de ye û herfên wan ên taybet di awayeke wisa de afirandiye ku qet tu nameyeka semedanî û tu kitêbeke rebanî nabe eynî wekî kitêbên din. ‘Elakullîhal, ji bo ku eynê maneyê îfade bike, dê herfeke wê ya cuda hebe.   

   Eger çavê te hebe, li sîmayê mirov binêre, bibîne ku: Ji zemanê Adem hetanî niha, belkî hetanî ebedê, bi awayekî qet‘î sabit e ku di vê sîma biçûk de, digel ku di ezayê esasî de îtîfaq heye jî, her sîmayek, bi nîspet hemû sîmayan, li pêşber her yek ji wan elameteke wê ya farîqe heye. Ji boyî vêya, her sîma kitêbeke cuda ye. Bes, ji boyî tenzîma sen‘etê taximeke cuda ya nivîsê û tertîp û te’lîfeke cuda dixwaze. Û hem ji bo anîna madeyên wê û bicîkirina wê û hem jî ji bo ku her tiştên ku jê re pêwist e bête xistin tê de dezgeheke ji hemûya tam cudatir pêwist e. De ka, em wisa ferz bikin ku me bi çavê çapxaneyê li siruştê nihêrî. Bes, ji bil tenzîm û çapkirina ku aidî çapxaneyekê ye, yanî, ji bil ku întîzama wê ya mueyen were xistin di nav qalibekê da; ya îcada wan sed qatî ji îcada wê tenzîmê muşkiletir heye, ku ew jî ev e:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat