Lem‘eya Sêyemîn
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
(Hest û zewq hinekî tevlî vê Lem‘eyê bûye. Heçî coşdariyên hest û zewqê ne, gelek guh nadin distûrên aqilî û mîzanên fikrê û li wan nanêrin, ji ber wê çendê pêwîst e ev Lem‘e bi pîvanên mentiqê neyê pîvanê.)
Ev herdu cumleyên
يَا بَاقِى اَنْتَ الْبَاقِى * يَا بَاقِى اَنْتَ الْبَاقِى
ku maneya ayeta
كُلُّ شَيْءٍ هَالِكٌ اِلاَّ وَجْهَهُ لَهُ الْحُكْمُ وَاِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
ê îfade dikin, du heqîqetên girîng îfade dikin. Ji ber wê çendê ye ku beşeke serokên terîqeta Neqşiyan ji van herdu cumleyan ji xwe re xitmeyeke taybet çêkirine û wê di hukmê xitmeyeke Neqşiye ya kurt de digrin. Madem ev herdu cumle maneya wê ayeta mezin îfade dikin. Emê çend nukteyên van herdu heqîqetên girîng ên ev herdu cumle îfade dikin, beyan bikin.
NUKTEYA YEKEMÎN
يَا بَاقِى اَنْتَ الْبَاقِى
ya cara pêşî di hukmê niştergariyeke cerrahî de qelbî ji masîwayê tecrît dike, qut dike. Aha wisa: