mînakê bêhtir birêkûpêk e û bêhtir mukemel e û hemû derdora wê tijî hîkmetên mu‘cîzane ne; mirovekî hov ê ku xwediyê ramana siruşperestiyê ya ku ber bi înkara ulûhiyetê ve diçe, dikeve nava wê. Fikir nekir ku ew qesr esera sen‘etê zatê Wacîbul-Wucûd ê derveyî daîreya mumkînatê ye, berê xwe jê da alîkê û di daîreya mumkînatê de mecmûeyeke qanûnê adetên îlahî û fihristeka sen‘etê rebbanî ya ku di şûna lewheyeke ‘dinivîse-xera dike’ ya qedera îlahî de ye û deftereka qanûnên îcraata qudreta îlahî ya tê guherîn e û bi şaşî û bi xetayê navê “siruştê” jê re hatî dayîn dibîne. Û wisa dibêje: “Madem ev tiştana sebebekê dixwazin. Qasî vê defterê munasebeta tiştekî naxuye. Çendan, ji tu aliyan ve aqil qebûl nake; ev deftera bê çav, bê şuûr, bê hêz nikare vê îcada ku karê rubûbiyeta mutleq e û qudreteka bêhed pêwist dike, bike. Bes, madem ez (heyîna) Sani‘ê Qedîm qebûl nakim; nexwe, ya munasib ew e ku ez bibêjim vê defterê ev çêkiriye”. Emê jî bêjin:
Ey ehmeqê serxweş ê ku ji ehmeqê herî ehmeqan ehmeqî bûyî! Serê xwe ji avzêlka siruştê derxîne, li pişt xwe binêre. Wî Sani‘ê Zulcelal ê ku ji zerreyan bigre hetanî gerstêrkan hemû mewcûdat bi zimanên cuda cuda şahidiya wî dikin û bi tiliyên xwe wî îşaret dikin, bibîne. Û cilweya Neqaşê Ezelî ya ku ew qesir çêkiriye û di wê defterê de bernameya qesrê nivîsiye, bibîne û li fermana wî binêre û Qur’ana wî guhdarî bike û ji hezeyanan xelas bibe.
Mînaka Duyemîn: Mirovekî gelek hov, dikeve daîreyeka leşkergehê ya muhteşem de. Di wê daîreyê de Perwerdeyiyên giştî û pevra û tevgerên muntezem ên artêşeke birêkûpêk dibîne. Dibîne ku bi hereketa leşkerekî tabûrek, hengek (alay), firqeyek (tûmen) radibe, rûdine, diçe; li ser fermaneke gule-reşandinê guleyan direşînin. Hişê wî yê zivir û hov ji ber ku fermandarekî, pergalên dewletê û qanûna padîşahî û fermana wî fermandarî û fermandariyê fêm nake û înkar dike, wisa disêwirîne ku ew leşkerana bi benekê bi hev va girêdayî ne. Difikire ka ew ben çi benekî xarîqeye û di heyretê de dimîne. Paşê rojeka înê diçe mizgefteka gelek mezin a wekî Ayesofyayê û dikeve hundir. Dibîne ku ew cemaeta Musilmanan bi dengê merivekî radibin, xwe ditewînin, diçin secdeyê û rûdinin. Ji ber ku wê şerîeta ku ji hemû qanûnên manewî û semawî pêk tê û her weha wan distûrên manewî yên ku fermana Xwediyê şerîetê ne fêm nake, ji xwe re wisa disêwirîne ku ew cemaet bi benên madî hatine girêdan û ew benên wisa ecêb wana dîl girtine û dide leyistandin û bi fikreke wisa mesqere derdikeve, diçe ku heywanên cinawir ên herî hov û yên li ser sûretê mirovan de jî dide kenandin.