Eger ew girêdan were qutkirin û ji wê karmendiyê were terxîskirin, wê demê ew mecbûr dibe ku wan cîhaz û wê hêza ku pê wan kar dike li ser pişta xwe û di destê xwe de hilgire. Wê demê, tenê dikare qasî hêza zenda (qebze) wî ya biçûçik û bi qasî cebilxaneya li ser pişta wî ye, kar bike. Eger ew karên ku di rewşa wî ya pêşî de ye û wî bi hêsanî dîtî di vê rewşê de jê bê xwestin, bêguman divê hêza artêşekê li zenda wî û fabrîqeya cîhaza herbî ya padîşahekî li pişta wî were barkirin ku ew qeşmerên ku ji boyî kenandinê xurafe û çêrokên ecêb dibêjin jî ji vê xiyalê şerm dikin.
Welhasil, eger her mewcûd were dayîn bo Wacîbul-Wucûdî, wê demê di dereceya wucûbê de hêsaniyek heye. Û eger ji aliyê îcadê ve were dayîn bo siruştê, wê demê di dereceya îmtîna‘yê de muşkile heye û (eva hanê) derveyî aqil e.
Muhala Sêyemîn: Du mînakên ku di hin rîsaleyan de hatine beyankirin ku vê Muhalê şîrove dike:
Mînaka Pêşî: Li çolistaneke xalî qesreke hatî avakirin heye ku bi hemû berhemên şaristaniyê hatiye tekmîlkirin û xemilandin; îca mirovekî hov çûye tê de û lênihêriye. Bi hezaran tiştên bihuner ên birêkûpêk dît. Ji hovîtiya xwe, ji ehmeqtiya xwe wisa dibêje: “Ji derve -di avakirina vê qesrê de- mudaxeleya kesî tuneye, tişteka ku di nav wê qesrê de ye bixwe ew qesr digel muştemilata wê çêkiriye” û dest bi lêgerînê dike. Li kîjan tiştê binêre ew eqlê wî yê biwehşet jî mumkin nabîne ku ew tişt vana çêbike. Paşê deftereke ku bernameya teşkîlata wê qesrê û fihrista wê ya mewcûdatê û qanûnên îdareyê tê de nivîsandî dibîne. Çendan, ew deftera ku bê dest û bê çav û çakûç jî wekî wan tiştên din ên tê de tu qabiliyeta wê nîne ku wê qesrê çêbike û bixemilîne. Bes, ji ber ku ev defter nîsbet tiştên din, ji aliyê ‘inwana qanûnên ilmî ve bi mecmûê wê qesrê ve têkildar dît, bêgav ma û ji mecbûrî wisa got: “Va ye, ya ev qesr çêkirî, sererast kirî, xemilandî û ev tişt çêkirî û pêva kirî û bicî kirî ev defter e” û hovîtiya xwe kire wek hezeyana ehmeq û serxweşan.
Va ye, eynê wekî vê mînakê, ev qesra alemê ya ku hezar qatî ji wê qesra