Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

bigre hetanî rûyê deryaya herî mezin feyza xwe û bandora xwe di rojikokên mîsalî de nîşan dide jî, eger nîsbeta wê ji rojê were qutkirin, wê demê divê bi zehmetiyeke gelek zêde were qebûlkirin ku di her zerekokê de rojeke siruştî bixwe heye. Wisa jî eger her mewcûdek rasterast were dayîn bo Zatê Ehed û Semed, wê heta tu bibêjî bi hêsanî û bi întîsab û bi cilwe ji her mewcûdê re tişta jê re pêwist wê bê dayin. Eger ew întîsab were qutkirin û ew karmendî veguhere bêserîtiyê û her mewcûdek bi hêviya xwe ve bimîne û ji sirûştê re bête hiştin, wê demê divê di dereceya îmtina‘ê (nemumkinî) de û bi sed hezar muşkîle û zoriyan were ferzkirin ku ya makîneya wicûda gelek xarîqe ya candareke mîna mêşê ku fihrîsteyeke biçûk a gerdûnê ye, îcad kirî ew siruşta kor a di nava wê mêşê de ye û her weha xwediyê qudret û hîkmeteke wisa ye ku karibe gerdûnê biafirîne û îdare bike. Ev jî ne ku muhaleke tenê ye, belkî hezaran muhal in.   

   Welhasil, wek çawa şirîk û manendê zatê Wacîbul-Wucûd nemimkun û muhal e, wisa jî di rubûbiyeta wî de û di îcada tiştan de mudaxeleya yên din wekî şirîkiya zatî nemimkun û muhal e.   

   Bes, Heçî Zorahiya di Muhala Duyemîn de ye: Wek çawa di gelek rîsaleyan de hatiye îsbatkirin, eger her tişt were dayîn bo Wahidê Ehed, wê wisa hêsan be herwekî hemû tişt tiştekî tenê ye. Di gelek rîsaleyan de û bi burhanên qet‘î hatiye îsbatkirin ku eger bê dayîn bo esbabî û bo siruştê, wê demê tiştek tenê wê wekî tiştan hemûçkê zor be. Kurtiya burhanekê eve ye ku:   

   Wek çawa mirovek, ji aliyê leşkerî ve û ji aliyê karmendiyê ve xwe bi padîşehekî ve girêbide, ew karmend û ew leşker bi hêza wê girêdanê, dibe ku sed hezar carî ji hêza xwe ya şexsî bêhtir bibe sedema karî. Û li ser navê padîşahê xwe carinan şahekî dîl digre. Ji ber ku ew bixwe wan cîhaz û wê hêza karên ku wî dîtine û berhemên ku wî kirine, hilnagire û ne mecbûr e ku hilgire. Sebeb wê girêdanê gencîneyên padîşahî û artêşa palpişt a li pey wê, wê hêzê û wan cîhazan hildigrin. Nexwe, ew karên ku ew dike, dibe ku wek şahane, mîna karê padîşahekî be û ew berhemên ku ew nîşan dide jî mîna berhema artêşekê xarîqe be.   

   Wek çawa, morî ji hêla wê memûriyetê ve qesra Fîrewn xera dike. Mêş jî bi wê întîsabê Nemrûd disekitîne/decehmîne. Û bi wê întisabê dendikeke çamê ya bi qasî liba genimî hemû cîhazên dara qerase ya çamê digihîne. (Haşiye)

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat