ilm û hîkmeteke bêdawî, herwekî îlahekî heye. Fikreke bi vî awayî muhala herî batil û herî xurafe ya di gerdûnê de ye. Ew mirovê ku sen‘etê Afirînerê Gerdûnê bide siruşteke mewhûm û bêqîmet û bêşuûr, bêguman nîşan dide ku ew mirov sed carî ji heywanî bêhtir heywan e û bêhtir bêşuûr e.
Muhala Duyemîn: Eger ev mewcûdata wisa gelek birêkûpêk, bipîvan, bisen‘et û bihîkmet nêyêt dayîn bo zatekî gelek Qedîr û gelek Hekîm, belkî bête spartin bo siruştê; wê demê pêwist dike ku siruşt di her parçeyeke axê de qasî hemû çapxane û fabrîqeyên Ewrûpayê makîne û çapxane bide te’mînkirin, ta ku ew piça axê bibe sebeba gihandin û çêbûna kulîlk û fêkiyên bêhed ên ku ew piça axê jê re bûye menşe’ û dezgeh. Çunkî kaseyeka axê ya ji boyî kulîlkan wezîfeya guldankê dibîne qabiliyeteke wê ya wisa bîlfîîl dixuye ku çiqas kulîlkên ku bikevin nav de hey’et û şeklên wan ên ji hev gelek cuda teşkîl û teswîr dike. Eger neyê dayîn bo Qedîrê Zulcelal, wê demê divê ji her kulîlkeka di wê axa wê kaseyê de re makîneyeke manewî û cuda û siruştî hebe, yan na ev rewş çênabe. Ji ber ku heçî tov in wekî nutfe û hêkan madeyên wan yek in. Yanî, ji xelîteya bêîntîzam û bêşekil û wek hevîrî ya hîdrojen û oksîjen û karbon û azotê pêk tê, digel wê jî; hewa û av û heraret û ronahî jî her yek ji wan ji ber ku bi awayekî besît û bêşuûr û li hemberî her tiştî mîna lehiyê diçe.. Çêbûna wan kulîlkên bêhed a cuda cuda û derketina wan a gelek birêkûpêk û bisen‘et a ji wê axê bi awayekî aşîkar û mecbûrî pêwist dike ku di wê axa ku di kasê de ye de ji aliyê manewî ve biqasî Ewrûpayê çapxane û fabrîqeyên manewî û biçûk hebin. Hetanî karibe evqas qumaşên candar û van hezaran pertalên ku bi awayekî cuda cuda neqşandî raçe.
Va ye, êdî tu qiyas bike ka ramana kufrî ya siruştperestan çiqas ji daîreya eqlî derketiye. Û ew ehmeqên serxweş ên di suretê mirovan de ku zen dikin ku mucîd siruşt e, her çiqas doza wê çendê dikin û dibêjin ku “Em alimê fenê ne û aqilmend in” jî, ka bibîne ku ew çiqas ji eql û fenê dûr ketine û xurefeyeke mumteni‘ û bi tu awayî ne mumkin, ji xwe re kirine meslkek, bikene û tif ke wan.
Eger tu bêjî: Ku mewcûdat were spartin bo siruştê ev muhalên wisa ecêb û muşkileyên ku di dereceya îmtîna‘ de ne çêdibin. Gela dema tê dayîn bo zatê Wahid û Ehed ew muşkile çawa radibin? Û ew îmtîna‘a zor çawa vediguhere wê wucûba hêsan?
Bersiv: Di Muhala Pêşî de hatibû gotin ku wek çawa cilweya şewqê ya rojê bi hêsaneke tam û bêyî astengî ji zerrekoka herî biçûk a camê