Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

yan jî were dayîn bo siruştê, wê hingê wekî kitêba hatî çapkirin pêwist e ji her herfeke wê re qelemeke hesin a cuda hebe ku were çapkirin. Wek çawa di çapxaneyê de biqasî hejmara herfan herfên hesin hene, paşê ew herfana çêdibin. Wê demê ji dêl qelemek tenê ve, pêwist e biqasî hejmara wan herfan qelem hebin. Belkî eger di nav wan herfan de -wek çawa carinan çêdibe- bi xetê hûr rûpelek bi qelema biçûk di herfeke mezin de hatibe nivîsîn, wê demê ji herfekê re hezaran qelem pêwist in. Belkî eger têkeve nav hev û bi rewşeke birêkûpêk wekî laşê te şekil bigre, wê demê di her daîreyekê de, ji bo her cuz’ekê bi qasî wî murekebatî qalib pêwist in. Haydê, tu ji vî terzê ku di nav sed muhalan de ye re mumkin bibêjî jî, eger çêkirina van herfên hesinî yên xwediyê sen‘eteke birêkûpêk û van qalib û qelemên tekûz neyên dayîn bo qelemeke tenê, wê demê ji boyî çêkirina wan qelem û qalib û herfên hêsinî dîsa bi qasî hejmara wan qelem û qaliban herf pêwist in. Ji ber ku ew jî hatine çêkirin û ew jî bihunerên birêkûpêk in. Û wekî wê, lipeyhev wê here û here.    

   Va ye, tu jî fêm bike! Eva hanê ramaneke wisa ye ku biqasî hejmara zerreyên te muhal û xurafe tê de hene. Ey engirokê eware! Tu jî şerm bike, dest ji vê delaletê berde.

   PEYVA SÊYEMÎN: “Îqtezethut-tebî‘e,” yanî “Tebîet wê yekê pêwist didêre, diafirîne çêdike.” Va ye gelek muhalên vî hukmî hene. Ji boyî nimûne emê behsa sisêyan bikin:   

   Ya Ewil: Eger sen‘et û îcada besîrane û hekîmane ya ku di mewcûdatî de, nexasim ya di candaran de dixuyin neyên dayîn bo qelema qeder û qudreta Şemsê Ezelî; belkî were spartin bo siruşt û hêzê yên kor, kerr û bêfêhm, wê demê pêwiste ku siruşt, ji boyî îcadê, di her tiştî de makîne û çapxaneyên manewî yên bêhed bide peydakirin; yan jî qudret û hîkmeteke ku karibe gerdûnê biafirîne û îdare bike bixe di nav her tiştî de. Ji ber ku, wek çawa, di parçeyên camê yên zerekok ên li ser rûyê erdê û her weha di dilopên avê de şewq û cilweyên rojê dixuyin. Eger ew rojikokên mîsalî û ew şewqana neyên spartin bo rojeke tenê ya li esmanan, wê demê pêwist e were qebûlkirin ku di wê parçeya cama zerekok a ku serê niftikê lê bi cîh nabe de rojeke xaricî ya siruştî û fitrî û xwediyê taybetmendiyên rojê ya ku bi zahirî biçûk û bi manewî gelek kûr heye û pêwist e bi qasî hejmara zerreyên şîşeşyan rojên siruştî bên qebûlkirin; eynen wekî vê mînakê, eger mewcûdat û candar, rasterast neyên dayîn bo cîlweyên esmayên Şemsê Ezelî, divê mirov qebûl bike ku di nava her mewcûdekê da, taybet di nava her candarekî da siruştek û hêzeke ku xwediyê qudret û îradeyeke bêhed û xwediyê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat