Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ên bi qanûna Qedîrê Ezelî tevdigerinin yan jî artêşa wî ne yan jî serê qelema qederê ne (her zerreyekê serê qelemekê ye), yan jî nixtikên qelema qudretê ne (her zerreyekê nixtikek e), wê demê ji her zerreyeka ku di çavê te de dixebitin re çavêkî wisa pêwist e ku her aliyê hemû laşê te bibîne, digel wê jî, pêwist e çavekî wê yê wisa hebe ku hemû wê gerdûna ku pêwendiya te pê re heye bibîne û hemû jêderkên te yên raboriyê û pêşerojê û nesl û esl û anasirê te û me’denên rizqê te zanibe û nas bike; divê aqilekî qasî sed dahiyan jê re were dayîn. Yên wekî te ku di van meseleyan de ilm û hişmendiya bi qasî hezar Eflatûnan bide zerreyeka ku bi qasî zerreyekê aqilê wê nîne, eva hanê xurafeyeke bi hezar dereceyî dînîtî ye.   

   Muhala Duyemîn: Laşê te dişibihe qesreke xarîqe ya hezar gum­betî ku di her gumbeteke wê de kevir bêyî stûn serê xwe dane hev û wisa hilawîstî hatine rawestandin. Belkî laşê te, hezar carî ji vê qesrê sosrettir e. Ji ber ku ew qesra laşê te her tim bi rêkûpêkiyeke tam tê nûkirin. Em qet’ê nezer ji ruh û qelb û hestên manewî yên ku gelek xarîqe ne bikin, bes her organeke ku di laşê te de ye di şûna menzîleke xudangumbet de ye. Zerre, wekî wan kevirên di gumbetê de bi hevdengiyeke (muwazene) tam û bi întizameke tam serê xwe didin hev û avahiyek xarîqe, sen‘eteke xarîqe, mucîzeyeke qudretê yên ecêb ên wek çav û zimên nîşan didin. Eger her yek ji wan zerreyan ne karmendekî ku peyrewê fermana hosteyê vê alemê be, wê demê pêwist dike ku her zerreyek ji hemû wan zerreyên di wî laşî de ne re hem hakimê mutleq be, hem ji her yekî re bibe mehkûmê mutleq, hem ji her yekî re bibe hinkûf (misil), hem di aliyê serweriyê de bibe dijber, hem bibe mesder û jêderka piraniya sifatan ên ku xasî bi Wacîbul-Wucûdî ne, hem divê gelek muqeyed (bi qeyd) be, hem divê gelek xweser mutleq (bê qeyd) be… digel vê jî, li gorî raza wehdetê eger mesnûeke tenê ya gelek birêkûpêk a esera Wahidekî Ehed tenê be, bête spartin bo zerreyên bêhed… yên bi qasî zerreyê hişmendiya wî hebe, dê zanibe ku ev muhaleke gelek eşkere ye, belkî sed carî muhal e.   

   Muhala Sêyemîn: Eger laşê te, ne nivîsandî be bi qelema Qadirê Ezelî yê ku Wahidê Ehed e û kitêbeke mensîbî tebîet û esbaban be, wê demê ji hucrekokeka bedenê ya di laşê te de ye bigre, wekî daîreyên di nava hev de, bi qasî hezaran murekeban qalibên siruştê divê hebin. Ji ber ku, wek mînak ev kitêba di destê me de eger name be, hingê qelemeke tenê, xwe bispêre ilmê nivîskarekî û wê wan hemûyan binivîse. Eger ew ne name be û neyê dayîn bo qelema wî (nivîskarî) û were gotin ku “ew bixwe xwe çêbûye”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat