Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

belkî nîşan dide ku ji destekî tenê ku gelek qedîr û hekîm e derketiye; digel vê çendê jî, ku mirov mewcûdeke wisa muntezem û mewzûn û wahid bide destê tevlîhev ê esbabê tebiî yên bêhed û camid û cahil û êrîşkar û bêhiş û ‘di nav tevlîheviyê de’ û kor û kerr, ‒digel ku di nav riyên bêhed ên îmkanatê de û bi kombûyin û tevliheviyê korbûn û kerrbûna wî esbabî zêdebûyî de‒ belê, eva hanê wekî ku mirov sed muhalî bi yek carî qebûl bike, ewqas ji eqlî dûr e.

   Deka em eleqeya xwe ji vê muhalê bibirin, bandorên esbabên madî bêguman bi destpêkirin (mubaşeret) û bi temasê dibe. Halehal, temasên esbabê tebîî bi derveyên (zahir) mewcûdên candar ve ye. Halehal em dibînin ku hindurê (batin) wî candarî ku destên wî esbabê madî nagihîjinê û temasî wî nakin, deh carî ji derveyê (zahir) wî letîftir e û ji aliyê sen‘etê ve mukemeltir e. Ew candar û heywanokên biçûçik ên ku esbabê madî bi destên xwe û bi aletên xwe ji tu aliyan ve nagihîjine wan, belkî nikarin tam temasî derveyê (zahir) wan jî bikin, ji aliyê sen‘etê ve ji mexlûqên herî mezin ecêbtir in û ji aliyê xulqiyetê ve di sûreteke bêmanend de ne, digel wê çendê eger ewana werin spartin bo wî esbabê kerr û kor ên camid, nezan, qebe, dûr, mezin û dijberî hevdu, eva hanê bi korbûneke sed dereceyî û bi kerrbûneke hezar dereceyî çêdibe.

   LÊBELÊ MESELEYA DUYEMÎN, “Teşekkele bînefsihî” ye. Yanî, “ew bixwe xwe çêdibe.” Va ye gelek muhalên vê cumleyê jî hene; ji gelek aliyan ve nerast e, muhal e. Ji bo mînakê emê ji muhalên wê sisêyan beyan bikin.   

   Ya Yekemîn: Ey munkirê engirok! Enaniyeta te tu ewqas ehmeq kiriye ku tu wisa hukim dikî ku sed muhalan bi carekê qebûl bikî. Ji ber ku tu mewcûd î. Û tu ne madeyeke besît î û ne camid û ne bêguherîn î. Belkî tu her tim di nav nûbûniyê de wekî makîneyeke gelek birêkûpêk î û wekî qesreke xarîqe ya her tim di guherînêde ye yî. Di laşê te de her demê zerre dixebitin. Pêwendî û danûstandina laşê te ya bi gerdûnê re, xasma bi munasebeta rizqî, nexasim ji ber beqaya new‘î heye. Ew zerreyên ku di laşê te dixebitin haya wan jê heye ku wê pêwendiyê xera nekin û wê eleqedariyê neşikênin, bi îhtiyat gavên xwe diavêjin. Heçko li gerdûnê hemûyê dinêrin, pêwendiya te ya bi gerdûnê re ye dibînin û wisa rewşê didin xwe. Tu bi hestên xwe yên zahirî û batinî, li gor rewşa xarîqe ya wan zerreyan fayde dikî.

   Eger tu qebûl nekî ku ew zerreyên di laşê te de karmendên biçûçik

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat