Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Ya Sêyemîn: Îqtezathu’t-tebîet, yanî “Siruştî ye, siruşt pêwist dibîne, îcad dike.”   

   Belê, madem mewcûdat heye û nayêt înkarkirin; hem her mewcûd bi sen‘et û bi hîkmet tê wicûdê; hem madem ne qedîm e, ji nû ve çêdibe; herhal ey xwedênenas, divê yan tu bêjî ev mewcûda han, wek mînak ev heywana han esbabê alemê wê îcad dike, yanî bi kombûyina esbaban ew mewcûd tê wicûdê; yan jî ew bixwe xwe çêdibe; yan jî wek pêwistiya siruştê, bi bandora siruştê tê wicûdê; yan jî bi qudreta Qedîrekî Zulcelal tê îcadkirin. Madem li gorî aqil ji van her çar riyan pê ve rêyeke dî nîne. Eger bê îsbatkirin ku ew hersê riyên pêşî muhal û betal û mumteni’e û neqabil e, wê demê bivê-nevê û bi eşkere û bê şik û bêguman wê riya wehdaniyetê, ku riya çarê ye, sabit bibe.

   HEÇÎ RÊYA EWIL e ku çêbûna tiştan û heyîna mexlûqan a bi civîna esbabê alemê ye. Gelek muhalên wê hene; di nav wan de em behsa sêyan tenê dikin.    

   Ya Yekemîn: Di dermanxaneyekê da bi sedan şîşeyên kavanozan hene ku bi madeyên gelek muxtelif tijî ne. Macûneke candar ji wan dermanan hat xwestin. Hat îcabkirin ku panzehîreke hem candar hem xarîqe ji wan were çêkirin. Em hatin, me dît ku di wê dermanxaneyê de ji wê macûna candar û ji wê panzehîra heyatdar gelek hene. Me lêkolîn li ser wan macûnana tevan kir. Em dibînin ku ji her yek ji wan şûşeyên kavanozan bi pîvaneke taybet dirhemek dudu ji vê, sê çar dirhem ji ya dî, şeş heft dirhem ji yekî din û wekî wê, di mîqdarên muxtelif de ecza hatine standin. Eger dirhemek kêm an jî zêde ji yekî wan were standin ew macûna candar nikare bibe zîheyat, nikare xusûsiyeta wê nîşan bide. Hem me lêkolînek li ser wê panzehîra candar jî kir. Ji her kavanozekê bi pîvaneke taybet madeyek hatiye standin, bi qasî zerreyekê kêm yan jî zêde be wê taybetmendiya xwe winda bike. Ew kavanozana ku ji pênciyan zêdetir jî bûn, herwekî ji her yek ji wan bi pîvaneke cuda hatibe standin parçeyên wê bi mîqdarên cuda cuda hatine standin. Gelo qet îmkan û îhtimal heye ku ew mîqdarên muxtelif ên ji wan şûşeyan hatine standin, bi rasthatineke ecêb an jî ji wê qulibandina ku ji ber lihevketina hewayekî xurt çêdibe bi wê mîqdara ku hatine standin, ew mîqdar tenê bên, bi hev ra bicvin û wê macûnê çêkin? Gelo tişteke ku ji vê xurafetir, muhaltir û batiltir heye? Eger kerîtiya kerê qat qat bibe, paşê bibe mirov wê bibêje “Ez vê fikrê qebûl nakim” û wê baz bide.    

   Va ye wekî vê mînakê, her canderek, bêguman macûneke xwedanjiyan e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat