Lem‘eya Bîst û Sêyemîn
Rîsaleya Siruştê
(Notaya Şazdehemîn a Lem‘eya Hevdehemînê bû, ji ber girîngiya wê bûye Lem‘eya Bîst û sêyemîn. Fikra kufrê ya ku ji tebîetperestiyê tê, bi awayekî ku venene dikuje. Xîmê kufrê serûbin dike.
Hişyarî
Di vê Notayê de neh muhalên ku kêma kêma nod muhalan îhtiwa dikin hatiye beyankirin ka esehiya rêya ku beşeke munkirên siruştperest tê de diçin çiqas ji eqlî dûr e, çiqas sik e û çiqas xurafe ye. Di rîsaleyên dî de ji ber ku ew muhalana hinekî hatine şîrovekirin, li vir bi şertê gelek bikurtî li ser hinek dereceyan re hatiye avêtin. Ji ber wê çendê, ji nişka ve eva hanê tê bîra mirovî: “Ev feylesofên aqilmend û binavûdeng çawa ev xurafeya evqas zahir û eşkere pejirandine û di wê riyê de diçin?”
Belê wana nekarîne esehiya mesleka xwe bibînin. Hem heqîqeta ekola wan û pêwistiya mesleka wan ew e ku.. Ew kirêtî û mustekreh û xeyrî maqûlî (Haşiye) yên di serê her muhaleka ku hatî nivîsîn de ne xulaseya mezhebê wan e û pêwistiyeke zerûrî ya mesleka wan e ku ez amade me ku ji yên gumana wan heyî re bi awayekî gelek eşkere û bi burhanên qet‘î û bi tefsîlat beyan û îsbat bikim.)