Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Madem wezîfeyên manewî yên ku xwe dispêrin hewceyiyên zerûrî yên manewî, hene. Û di nav wan wezîfeyan de ya herî girîng wereqeya pasaportê ya di geşta riya ebedê de ye û îmana ku di tariya berzexê de fenera berîkê ye û mifteya bextewariya ebedê ye û her weha dersên îmanê ne û xurtkirina wê îmanê ye. Bêguman ew ehlê marîfetê yên ku wê wezîfeyê dibînin, her hal bi awayekî ku kufranê nîmetê bikin wê ne’meta îlahî û wê fezîleta îmanê ya ji wan re hatine dayîn bêqîmet nahêlin û nakevim cihê sefîh û fasiqan. Xwe tevlî bid‘e û sefahetên kesên rezîl nakin. Va ye, ew înzîwaya ku hûn naecibînin û hûn zen dikin ku newekhevî ye, ji boyî vê çendê ye.    

   Va ye, digel vê heqîqetê, ez di pêşberî mustekbirên wek we yên ku di enaniyetê de û di şikandina vê qanûna wekheviyê de bi êşkenceyê min tacîz dikin û di dereceya fir’ewniyetê de bi pêş de diçin de nabêjim. Çunkî nefsbiçûkiya li hember mustekbîran tezelûl tê zenkirin, ji ber wê çendê divê nefsbiçûkî neyê kirin. Belkî ji qismê ehlê însafê û yên nefsbiçûk û yên dadwer re dibêjim ku: Ez felîllahîlhemd qusûra xwe bixwe û hejariya xwe dizanim. Ez ne ku li ser musilmanan bi awayekî mutekebîrane meqamekî rêzgirtinê bixwazim, belkî ez her demê qusûrên xwe yên bêdawî û hîçiya xwe dibînim û bi îstîxfarê teselî dibim, ez rêzgirtinê ji xelkê naxwazim, ez duayê ji wan dixwazim. Hem ez dibêm qey hemû hevalên min vê mesleka min dizanin. Bes ev heye ku, di dema xizmeta Qur’ana Hekîm de û di wextê dersa heqîqetên îmanê de, li ser hesaba wan heqîqetan û li ser şerefa Qur’anê, di dema dersê de îzet û weqara ilmî ya ku ew meqam pêwist dike, muhafeze dikim û ji bo ku sere xwe ji ehlê delaletê re netewînim, ez bi awayekî demkî wê rewşa biezet didim xwe. Ez dibêjim qey ne hedê qanûnên ehlê dinyayê ye ku karibin li hember van mijaran derkevin.    

   Terzeke Muameleya Ecêb: Wek tê zanîn li her derî ehlê perwer­dehiyê ji aliyê marîfet û ilmê ve muhakeme dike. Marîfet û ilmê li kuderê û di kê de bibînin, ji aliyê meslekê ve dostaniyekê û rêzdariyekê didin. Heta profesorekî hikûmeteka neyar were vî welatî, ehlê marîfetê ji ilm û marîfeta wî re wek rêzdariyekê serdana wî dikin û hurmetê nîşan didin. Halehal dema meclisa herî bilind a ilmî ya İngilîzan şeş pirs ji Şeyxulîslamiyê pirsîn û jê xwestîn ku bi şeşsed peyvan bersivê bide, yekî ehlê marîfetê yê ku bi bêhurmetiya mearifa vir re rûbirûyî mayî, bi şeş peyvan bersiva wan her şeş

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat