Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Bersiv: Yên qanûnê tetbîq dikin, pêşî piştî ku li ser xwe tetbîq kirin paşê dikarin li ser xelkê tetbîq bikin. Hûn wê distûra ku tetbîqî xwe nakin tetbîqî xelkê dikin; bi vê çendê berî her kesî hûn distûra xwe û qanûna xwe dişkînin, hûn li hember wê derdikevin. Ji ber ku hûn dixwazin qanûna wekheviya mutleq li ser min tetbîq bikin. Ezê jî bêjim:    

   Kengê neferek ber bi meqamê civakî yê mareşalekî ve bilind bibe û îştîrakî wê hurmet û tewecuha miletî ya ku ji wî mareşalî re nîşan dayî bike û wekî wî bibe mezherî wê tewecuh û hurmetê yan jî ew mareşal jî wek wî neferî bibe yekî adî û wek wî neferî şewqa wî nemîne û derveyî wezîfeyê tu qîmetê wî mareşalî nemîne; hem eger sererkanekî giştî yê herî zekî û yê bûyî sebebê serkeftina artêşekê, di tewecuha xelkê de û di hurmet û hezkirinê de bi neferekî jirêzê re bibe wekî hev, hingê hûn li gor hukmê qanûna xwe ya wekheviyê dikarin ji min re wisa bibêjin: “Ji xwe re nebêje mele. Hurmetê qebûl meke. Fezîleta xwe înkar bike. Xizmeta xizmetkarê xwe bike, bibe hevalê parsekan!”   

   Eger hûn bêjin: “Ev hurmet û ev meqam û ev tewecuh mexsûsî bi wê demê ve ye ew dema ku li ser wezîfeyê be û her weha xasî bi wezîfedaran ve ye. Tu merivekî bêerk î; tu nikarî wek wezîfedaran hurmeta miletî qebûl bikî.”   

   Bersiv: “Eger meriv îbaretî ji cesedî tenê be û mirov di dinyayê de nemir be û daîmî bimîne û deriyê gorê were girtin û mirin were mirandin û wezîfe tenê mexsûsî karmendên leşkerî û îdareyê ve be, hingê wê maneyeke gotina we hebe. Bes, madem mirov ne îbaretî ji cesedî tenê ye; ji boyî xwedîkirina cesedî qelb û ziman û mêjî nêyên jêkirin û bi wî cesedî nayê danxwarin. Wana nayên îmhakirin; wana jî îdareyê dixwazin. Û madem deriyê gorê nayê girtin, û madem endîşeya îstiqbalê ya li aliyê dî yê gorê meseleya herî girîng a her ferdekî ye, bêguman wezîfeyên ku îstînadî îtaet û hurmeta miletî dikin, tenê ne wezîfeyên civakî û siyasî û leşkerî yên aidî jiyana dinyayê ya miletî ve ne. Belê wek çawa mirov ji bo geştê wesîqeyê bide rêwiyan wezîfeyek e, eynen wisa jî ku mirov hem wesîqeyê hem jî nûrê bide wan rêwiyên ku di wê rêya tarî de ber bi aliyê ebedê ve diçin wezîfeyeke wisa ye ku tu wezîfe qasî wê wezîfeyê ne girîng e. Înkara wezîfeyeke wisa ancax bi înkara mirinê dibe û her weha bi derewandin û înkara şahidiya sîh hezar şahidên ku her roj doza

اَلْمَوْتُ حَقٌّ

ê bi mohr û îmzeya cenazeyên wê tesdîq dikin, dibe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat