Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Belê wek çawa fezîleta bawermend nabe sedema tehekumê, nabe sedema îstîbdadê jî. Kirina tehekum û zordariyê bêfezîletî ye. Û bi taybetî meşreba herî girîng a ehlê fezîletê ew e ku bi ecz û feqr û nefsbiçûkiyê tevlî jiyana civakî ya mirovayiyê bibe. Lîllahîlhemd jiyana me li ser vê meşrebê çûye û diçe. Ez pesnê xwe nadim û nabêjim ez ehlê fezîletê me. Bes bi niyeta şukrê ji nîmetên îlahî behs dikim û dibêjim ku:    

   Cenabê Heq bi fedl û kerema xwe, fezîleta xebata bo îlmê îman û Qur’anê û fêmkirina wê îhsan kiriye. Min lîllahîlhemd ev îhsana îlahî di hemû jiyana xwe de bi tewfîqa Xwedê bo menfîet û bextewariya vî miletê Îslamê serf kiriye û qet tu demî nebûye wasîteya pêkutî (tehekumî) û zordariyê û wisa jî tewecuha însanan û husnul-qebûla xelkê jî ya ku daxwaza ekser ehlê xefletê ye, ji ber razeke girîng menfûra min e; ji wan direvim. Ji ber ku bîst salên jiyana min a berê winda kirine ez wana ji xwe re zerarde dibînim. Bes heçî ecibandina wan a Rîsaleê Nûrê ye, ez di wê de emareyekê dibînim, ez wana naxeyidînim.    

   Va ye ey ehlê dinyayê! Digel ku ez tevlî dinyaya we nabim û bi prensîbên we re qe tu cihetê temasa min nine û bi şahidiya neh salên jiyana min a esaretê niyeteke min û daxwazeke min a ji nû ve tevlîbûna dinyayê nine jî, her wekî ez mirovekî zordarê berê û daîma li ber keysê xwe sekinî û xwediyê fikreke îstîbdad û tehekumê me, evqas çavnêrî û evqas guvaşa (tezyîq) we bi kîjan qanûnê ne? Bi kîjan meslehetê ye? Di dinyayê de tu hikûmet destûrê nade muameleyeke wisa fewqelqanûn û ya tu kesî teswîb nekirî, digel wê jî ji ber evqas muameleya xerab a li min tê kirin, ne ku ez tenê bixeyidim, eger zanibin dê new‘ê beşer bixeyidin, belkî dê gerdûn bixeyide.

   ÎŞARETA SÊYEMÎN   

   Pirseke bi mûxalete û ya wek dînan:    

   Hin yên hukim di destê wan de ye wisa dibêjin: “Madem tu li vî welatî rûdinî. Pêwist bû ku te sere xwe ji qanûnên cumhurî yên vî welatî re bitewanda, tu çima di bin perdeya înzîwayê de xwe ji wan qanûnan xilas dikî? Bi kurtasî, di qanûna hikûmeta niha de ku tu meziyetek û fezîletekê xwe bidî nîşankirin û bi wê (fezîlet û meziyetê) pêkutiyê (tehekumê) li hin xelkê bikî û nifûza xwe îcra bikî, eva hanê dijberî distûreka Cumhuriyetê ya pişta xwe dide wekheviyê ye. Çima wezîfeya te neyî tu destê xwe didî maçîkirin? Ji bo ku xelk li te guhdarî bikin tu rewşeke xodfiroşane didî xwe?

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat