Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ji ber wê çendê hemû xelkê vê parêzgehê, heta hesabankî (fereze) bêdîn jî be, mecbûr e ku berevaniya (mudafe‘e) min û Rîsaleê Nûrê bikin. Di nav heqên wan ên parêziyê yên gelek girîng de, yekî wekî min ê ku wezîfeya xwe qedandî û lîllahîlhemd bi hezaran şagird li dewsa yekî wekî min ê hejar xebitî û di wê dema dixebitîn de heqê min ê cuz’î yê bêqîmet min ber bi parêziyê ve naajo. Merivekî wisa ku bi hezaran parêzerên dozî yên wî heyî, doza xwe bixwe naparêze.

   ÎŞARETA DUYEMÎN   

   Bersiva pirseka rexnekarane ye.    

   Ji aliyê ehlê dinyayê ve wisa tê gotin: “Tu çima ji me xeyidî? Hema carekê bi tenê jî te serî li me neda û te deng ji xwe derneêxist. Tu gelek zêde ji me gilî dikî û wisa dibêjî; ‘hûn zulmê li min dikin’. Halehal prensîbeke me heye, wek pêwistiya vê sedsalê dîsturên me yên taybet hene. Tu qebûl nakî wana li ser te werin tetbîqkirin. Yê qanûnê tetbîq bike nabe zalim. Yê qebûl neke îsyanê dike. Bi kurtî di vê sedsala azadiyê de û di vê heyama ku nû me bi dest komaran kirî de, ku distûra rakirina zordarî û fermanrewatiyê ya li ser esasê wekheviyê ketiye hukmê qanûna esasiya me de, tu geh di sûretê meletiyê de, geh di sûretê şêxîtiyê de, geh di sûretê zahidiyê de, ji bo ku tewecuha ameyê bi dest bixî nezera dîqetê celbî xwe dikî û tu hewl didî ku derveyî bandora hikûmetê hêzekê û meqameke civakî bi dest bixî, eva hanê bi delaleta rewşa te ya zahirî û ji maceraya jiyana te ya berê tê fêmkirin. Heçî ev rewş e bi gotina niha di nav pêkutiyên (tehekumên) zordestane yên burjuvayan de dibe ku mirov lê negre. Bes ji ber ku distûrên sosyalî û bolşevîkiya tam a bi hişyarî û serdestiya xelebe tebeqeya me ya ewamê derketî meydanê bêhtir bi kêrî îşê me tê.. Ji ber ku me distûrên wê sosyaliyê qebûl kirine, rewşa te li me giran tê, dibe dijberî prensîbên me. Ji ber wê çendê heqê te nine ku tu ji ber wê tengiya ku me da ye te giliyê bikî û bixeyidî.”   

   Bersiv: Eger gor vê riya nû ya ku di jiyana civakî ya mirovî de vebûyî hereket were kirin û muwafiqî qanûna fitretê ya di gerdûnê de ye hereket neyê kirin, di karên xêrê de û di pêşveçûnê de nabe ku yek serfraz bibe. Hemû hereketa wî dikeve ser hesaba xerabî û texrîbê. Madem mirov mecbûr e ku li gorî qanûna fitretê tevbigere, bêguman bi guhertina fitreta beşerî û bi rakirina hîkmeta esasî ya di xilqeta beşerî de ye ancax wê demê qanûna wekheviya mutleq tê tetbîqkirin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat