Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Bersiv: Bersiva Seîdê Nû ya li hember vê pirsê bêdengî ye. Seîdê Nû dibêje “Bila qedera îlahî bersiva min bide.” Digel vê çendê, ji mecbûrî qefayê Seîdê Berê yê ku bi emanetî îstî‘are kirî dibêje ku:    

   Yê ku bersiva vê pirsê bide, hikûmeta wîlayeta Ispartayê ye û gelê vê parêzgehê ye. Çunkî ev hikûmet û ev milet ji min gelek bêhtir bi maneya ku di bin vê pirsê de ye eleqedar in. Madem hikûmeteka ku bi hezaran ferdên wê heyî û miletek ku sedhezaran ferdên wê heyî mecbûr e ku ji dêl min ve bifikire û min biparêze; çima ne hewceye ku ez bi dozkerî re biaxivim û xwe biparêzim? Çunkî ev serê deh salan e ku ez li vê parêzgehê me; her ku diçe bêhtir ez pişta xwe didim dinyaya wan. Tu halê min jî veşarî nemaye. Rîsaleyên min ên herî veşarî û herî mehrem jî ketine destê hikûmetê û hin mebûsan. Eger halê min ê tevlîbûna dinyayê û teşebuseke min û fikreke min a tevlîhevkirinê ya ku ehlê dinyayê bixe nav qilqal û endîşeyê hebûya, ev hikûmeta ku di wîlayeta û navçeyan de ye neh salan hay ji min mane û tecesus kirine û min jî heçî kesê hatine cem min bêyî fikar razên xwe beyan kirine jî, hikûmet bêdeng maye û tiştek negotine min. Eger tawaneke min a ku zererê bide seadeta milet û welêt û pêşeroja wê hebe, ev neh sal in ji walî bigre hetanî fermandarê leşkergehî ya gund wê xwe berpirsiyar bigrin. Ew ji bo ku xwe ji perpirsiyariyê xilas bikin, mejbûr in ku li hember wan kesên ku derheqê min de nîsk kirine gîsk, dê gîskê bike nîsk û dê min biparêzin. Nexwe, ez bersiva vê pirsa ji wan ra dihêlim.    

   Lê xelkê vê parêzgehê bi giştî mecbûr in ku ji min bêhtir min biparêzin; sebeba wê jî ev e ku; ev serê neh salan e em bi sedan rîsaleyên ku ji aliyê madî ve bandora xwe nîşan dide, bo jiyana ebedî û hêza îmanê û bextewariya jiyanê ya vî xelkê ku hem bira, hem dost hem bimbarek e bîlfîîl xebitîne; û di rûyê rîsaleyan de tu zirar û nexweşî negihaye tu kesî û tu tereşuhên siyasetê û yên dinyayê yên xerezkarane nehatiye dîtin û lîllahîlhemd ev parêzgeha Ispartayê dê wek mubareketiya Şama şerîf a zemanê berê û Camî‘ul-Ezhera Misrê ya ku medreseya umûmî ya alema Îslamê ye, ji cihet hêza îmanê û selabeta dînî ve meqameke bimbarek bi wasîteya Rîsaleê Nûrê bi dest bixe û wê di vê parêzgehê de hêza îmanê li ser bêganetiyê û îştiyaqa îbadetî li ser sefahetê bibe serwer û wê Rîsaleê Nûrê di vê parêzgehê de li ser hemû parêzgehan re meziyeteke dîndarane bide qezenckirin,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat