Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

êrîşî mirov dikin, wek çawa hinde mirov têkilî wan bibe wê zêdetir êrîşê bikin, ku mirov dest ji wan berde wê belav bibin; di musîbetên madî de jî ku bi nezereka mezin û bi girîngî mirov lê binêre wê mezin bibe. Bi wasîteya meraqê ew musîbet ji laşî derbas dibe, di qelbî de rehê xwe dide, musîbeteke manewî jî encam dide; xwe dispêre wê, dewam dike.   Kengê bi wasîteya ‘riza û tewekula qezayê’ ew meraq ji holê rakir, wek çawa rayê darê qut dibe, musîbeta madî jî sivik dibe, sivik dibe, mîna dara rayê wê hatî qutkirin hişk dibe, diçe. Demekê ji boyî îfadekirina vê heqîqetê min wisa gotibû:

   Ey bêçare! Dev ji feryadê berde, tewekul bike li ser belayan.

   Lewra feryad, belaya mişt-bela û mişt-xeta bizan!

 

   Eger te xwedanê belayan nasî; hingav belayê, mişt-sefa û mişt-’eta bizan!

   Eger te wî nenasî; hingav hemî cîhan, belaya mişt-cefa û mişt-fena bizan!

 

   Çi diqîrî bo belayek biçûk, ku bela li ser te kom bûyî bi sedan; wer bike tewekul!

   Bi tewekulê, bikene l’ rûyê belayê, ta ew jî biken. Ku ew bikene dibe biçûk û dike tebedul.

   Wek çawa di mûbarezeyê de kena ku li hemberî neyarekî dijwar bê kirin dijminatiyê vediguherîne aşîtiyê, neyartiyê jî vediguherîne henekê, neyartî biçûk dibe, tune dibe. Ku mirov bi tewekulê hemberî musîbetê derbikeve jî wisa ye.

   Meseleya Sêyemîn: Her demekê hukmeke wê heye. Di vê dema xefletê de musîbetê şiklê xwe guherandiye. Di hinek deman de û di hinek şexsan de bela ne bela ye, belkî lutfeke îlahî ye. Min ji ber ku musîbetzedeyên (bes bi şertê ku musîbet têkilî dîn nebe) dî yên vê demê yên nexweşî bi wan re heyî bextewar dît, êdî fikrek nakeve serê min ku di mijara nexweşîn û musîbetê de ez dijber ê wan bim. Û hesteke ku dilê min bi wan bişewite nade min. Lewra, kîjan xortê nexweş hatibe ba min, ez dibînim ku ew nîsbet emsalê xwe dereceyekê bi wezîfeya dînî ve û bi axretê ve girêdayî ne. Ji wê ez dizanim ku derheqê ên wisa de ew cûre nexweşî ne musîbet e, cûreyek nîmeteke îlahî ye. Lewra herçend ew nexweşî zehmetiyekê dide jiyana wî ya dinyayê ya fanî û kurt jî, bes faydeya wê digihîje jiyana wî ya ebedî. Eger tendurustiya xwe bibîne, ji ber serxweşiya xortaniyê û ji ber sefaheta demê, nikare rewşa nexweşiya xwe biparêze, belkî wê têkeve sefahetê.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat