Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Mîsala duyemîn: Ehlê sen‘etê ji bo ku ji encama sen‘etî zêde kar bike, ji aliyê hevbeşiya sen‘etî ve samaneke (serwet) zêde bi dest dixin. Heta deh merivên ku derziyên dirûnê çêdikirin hewl dan ku ji hev cuda bixebitin. Hilberîna wê xebata wan a ferdî rojê bû sê derzî. Paşê, deh merivan li gorî distûra teşrîkûlmesaiyê xwe dane hev. Yekî hêsin anî, yekî ocax vêxist, yekî qul vekir, yekî xist ocaxê, yekî serê wan tûj kir û wekî wê… Di sen‘etê çêkirina derziyê de her yek ji wan bes bi karekî hindik ve mijûl bû, ji ber ku ew xizmeta ku pê ve mijûl bûyî hêsan bû, dem jî zêde winda nedibû, di xizmetê de jêhatî dibû û gelek bilez karê xwe dikir. Paşê ew hilberîna wî sen‘etê ku bi distûra teşrîkul mesaî û teqsîmûl e’mal çêbûyî di nava xwe de parve kirin. Dîtin ku ji her yek ji wan re ji dêl rojê sê derzî, sêsed derzî ketiye. Ev bûyer di nav sen‘etkarên dinyayê de, ji bo ku wana sewqî teşrîkul mesaiyê bike li ser devê wan bûye destan.    

   Va ye, birano! Madem di karên dinyayê de, di madeyên kesîf de, bi yekîtî û îtîfaqê encam û faydeyên wisa zêde dide; vêca gelo di karên uxrewî û nûranî de -û bêyî ku hewce bibe ku were parçekirin û dabeşkirin- û bi fezla îlahî şewq û şemala nûrê bide neynika her yek ji wan û her yek ji wan bibe xwediyê wê xêra ku hemûyan bi dest xistî, hûn dikarin qiyas bikin ku kareke çiqas mezin e! Ev karê mezin ne ya wê çendê ye ku bi reqabet û bi bêîxlasiyê ji dest were derxistin!    

   ASTENGA DUYEMÎN A ÎXLASÊ DIŞKÎNE: Sebeb şohrestperestiya ku ji hezkirina meqamî tê û bidestxistina tewecuha umûmê ya di bin perdeya şan û şerefê de û nezera diqetê celbî xwe bike û enaniyeta xwe razî bike û meqamekê bide nefsa emareyê ye ku eva hanê wek çawa nexweşîneke rûhî ya herî girîng e, her weha derî li ber durûtî û xodfiroşiya ku jê re “şirka veşarî” tê gotin vedike, zererê dide îxlasê.    

   Birano! Mesleka me ya di xizmeta Qur’anê de ji ber ku heqîqet e û biratî ye û raza biratiyê jî ew e ku şexsiyeta xwe di nav şexsiyeta birayan de fanî bike (Haşiye) û nefsa wan li ser nefsa xwe re bigre, pêwist e di navbera me de reqabeteke wisa ya ku ji hezkirina meqamî tê bandorê neke. Ji ber ku eva hanê bi temamî dijberê mesleka me ye. Madem şerefa birayan bi giştî dibe ku aidî her ferdekî be; ez wisa hêvî dikim ku ji şagirdên Rîsaleyê Nûrê sed dereceyan dûr e ku wê şerefa

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat