Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Belkî di rewşeke ku qet hêvî nedike de tê dayîn. An jî wê îxlasa wî/wê zererê bibîne. Hem jî wê nêzî nehya ayeta

وَلاَ تَشْتَرُوا بِآيَاتِى ثَمَنًا قَلِيلاً

ê bibe û wê hinek emelê wî bişewite.    

   Va ye, eger ew vê faydeya madî bixwaze û li benda wê bimîne, paşê nefsa emarê ji bo ku wê menfeetê ji yekî dî re nehêle wê ji aliyê xodxemiyê ve li hember birayekî wî yê rasteqîn û hevalekî wî yê di wê xizmeta taybet de damareke wî ya reqabetê hişyar bike. Wê îxlasa wî zererê bibîne û wê di xizmetê de qudsiyetê winda bike û wê di nezera ehlê heqîqetê de bikeve rewşeke seqîl (dilteng). Û wê faydeya madî jî winda bike.

   De ka… Ev hevîr wê hêj gelek avê hilîne. Ezê kurt bikim, bes ezê du mîsalên ku di nav birayên min ên rasteqîn de raza îxlasê û îtîfaqa jidil xurt bike, bibêjim.    

   Mîsala Yekemîn: Ehlê dunyayê, ji bo ku serweteke pir û quweteke dijwar bidest bixin, heta hinek ji ehlê siyasetê û faktor û komîteyên jiyana îctîmaî ji xwe re distûra “şirîkantiya mal” kirine rêber. Evana, digel hemû sûî îstî‘mal û zererên xwe jî, hêz û menfeeteke xarîqe bi dest dixin. Halehal, “şirîkantiya mal” digel gelek zererkirinê, lê dîsa mahiyeta wê şirîkantiyê naguhere. Her şirîkek ji wan, gerçî ji aliyêkî ve di hukmê xwediyê mal yê giştî de ye, lêbelê nikare ji hemiyê îstifade bike. Werhasil... Vêca eger ev distûra şirîkantiya mal, têkeve karên uxrewî, wê bibe sedema menfeeteke mezin a bê zirar. Ji ber ku tê de, razeke wisa heye ku, hemû ew mal bi temamî dikeve destê her yek ji wan kesên ku bûne şerîk. Ji ber ku wek çawa çar-pênc mirov bi niyeta şirîkantiyê, yekî dohn, yekî fitîl, yekî lembe, yekî şûşe, yekî niftik (kibrît) anî û lembe vêxistin; her yek ji wan dibin xwediyê lembeyeke tam.    

   Eger her yek ji wan kesên ku bûne şirîk, bi dîwarê her yekî ve neynikeke mezin hebe, dê bo her yekî, lambeyeke bêkêmasî û neşikestî di gel odeyê di neynika wî de bi cî bibe. Eynê wisa jî di navbera ehlê heqîqetê de meşhûd û waqî ye ku di emelên axretî de, îştîraka bi raza îxlasê û tesanûda bi raza biratiyê û bi teşrîkul-mesaiya bi raza îtîhadê ew hemû nûra ku ji wê teşrîkul-mesaiyê çêbûyî, tevde dikeve deftera emelê her yek ji wan. Û eva hanê pêwistiya firehiya dilovanî û kerema îlahî ye.    

   Va ye birano! Înşellah wê menfîeta madî we sewqî reqabetê neke. Bes, wek çawa hin ehlê terîqetê ji aliyê menfeeta axretî de xapiyan e, mumkin e ku hûn jî bixapin. Lêbelê, sewabeke şexsî û cuz’î li ku, ew sewab û nûra ku ji hêla îştiraka e‘malî ya di mîsala navborî de tê, li ku?

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat