Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

nefsa emare bi wê texeyul û sêwirandinê bandorgirtî dibe û hinekî dest ji emelên xwe yên direj berdide. Faydeyên vê rabiteyê pirr in. Di hedîsa

اَكْثِرُوا ذِكْرَ هَادِمِ اللَّذَّاتِ

(ew kema qal) yanî, dibêje “Wê mirina ku lezetan dihedimîne û bi êşê diguherîne gelek bi bîr bixe” û dersa vê rabiteyê dide. Bes ji ber ku mesleka me ne terîqet e, belkî heqîqet e, em ne mecbûr in ku vê rabiteyê wekî ehlê terîqetê bi awayekî ferezî û xiyalî bikin. Hem eva, ne munasibî mesleka heqîqetê ye; belkî ne bi awayê mitalekirina aqîbetê ku meriv îstiqbalê bîne dema niha, belkî ew e ku meriv fikren ji dema niha biçe îstiqbalê û nezeren lê binêre. Belê, bêyî ku pêwistî bi xiyal û ferezê hebe, her kes dikare li termê xwe yê ku mêweya yekane ya dara temenê wî ye binêre. Wek çawa bi wê dikare mirina şexsê xwe bixwe bibîne, hinekî wêdetir here wê mirina sedsala xwe jî bibîne, hinek dî jî bi aliyê dî ve here wê li mirina dinyayê jî muşahede bike, rê li ber îxlasa tamûtam veke.    

   Sebeba duyemîn, bi hêza îmana tehqîqî û bi lemeata ku ji tefekura îmanê ya di mesnûatî de ye tê ku ew naskirina Saniî encam dide, dilrehetiyekê bi dest bixe û bifikire ku Xaliqê Rehîm hazir û nazir e û ji bil wî li tewecuha kesî negere û bifikire ku di huzûra wî de ku mirov li yekî dî binêre û hawara xwe bigihîne yekî dî ew dijê edeba wê huzûrê ye; bi vî awayî ji durûtiyê xilas bibe û îxlasê bidest bixe. De ka… Di vêya hanê de gelek derece û mertebe hene. Her kes li gorî para xwe karibe çiqas îstîfadê jê werbigre ewqas feyde ye. Di Rîsaleyê Nûrê de ji ber ku behsa gelek heqîqetên ku ji durûtiyê xilas bike û îxlasê bide bidest xistin hatiye kirin, em hewaleyî wêya dikin û em li vir kurt vedibrin.

   Ji wan gelek sebebên ku îxlasê dişikînin û mirovî ber bi durûtiyê ve diajon emê bi kurtî du sê sebeban beyan bikin.

   YA YEKEMÎN: Reqabeta ku ji aliyê berjewendiya madî ve tê, hêdî hêdî îxlasê dişikîne. Hem zererê dide encama xizmetê jî. Hem dike ku ew mefîeta madî jî ji dest derkeve. Belê ev milet her tim xwediyê fikreke wisa bûye ku ji wan kesên ku ji boyî heqîqetê û ji boyî axretê kar kirine re hurmetekê nîşanî wan bide û alîkariya wan bike. Û ji xwe re kiriye kar ku, ji aliyekê ve da bibe hevbeşê heqîqeta îxlasa wan û xizmeta wan a dilsoz bi peydekirina hewceyiyên wan ên madî ve mijûl bûne û da ku dema wan winda nekin bi faydeyên madî yên wekî sedeqe û diyariyan alîkariya wan kiriye û hurmet nîşanî wan dane. Bes, ev alîkarî û ev fayde nayê xwestin, bereks tê dayîn. Hem bi awayê ku di dilê xwe de bixwaze û li bendê bimîne bi lîsanê hal jî naxwaze.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat