Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

kirin û bila ew jî li we xweş were. Eger daxwazeke we ya wisa hebe ku hûn bibêjin: “Ez dixwazim sewabê qezenc bikim, ezê vê meseleya xweş bêjim”, gerçî di wê çendê de guneh û zirar nîne, lê dibe ku zirar were raza îxlasê ya ku di navbera we de ye.    

   DISTÛRA WE YA ÇAREMÎN: Ew e ku hûn meziyetên birayên xwe di şexsên xwe de û fezîletên wan di xwe de bisêwirînin û bî rûmetên wan bi awayekî şakîrane şanaz bibin. Di navbeyna ehlê tesewufê de îstilahên “fena fîş-şeyx” û “fena fîr-Resûl” hene. Ez ne sofî me. Bes ev distûra wan di mesleka me de di awayê “fena fî’l îxwan”de distûreke xweş e. Di navbera birayan de ji vê re “tefanî” tê gotin. Yanî, (maneya wê ew e ku bira) di hev de fanî bibin. Yanî ew e ku hestên xwe yên nefsanî jibîr bike û ji aliyê fikrê ve bi meziyet û hestên birayê xwe bijî. Jixwe esasê mesela me biratî ye. Ne ew wasîteya ku di navbera bav û kurî de û şêx û murîdî de ye. Belkî wasîteyên biratiyeke rasteqîn in. Bes ustadiyek di navbera mede heye. Mesleka me ji ber ku “xelîliye” ye, meşreba me xilet e. Heçî xilet e, pêwist e ku dostekî herî nêzîk, hevalekî herî fedakar, rêhevalekî baş û teqdîrkar û birayekî herî cuwanmerd be. Temelê vê xiletê îxlaseke jidil e. Ew kesê ku îxlasa jidil bişikêne ji serê birca gelek bilind a vê xiletê dikeve. Heye ku bikeve çaleke gelek kûr; li navê cî peyda nake ku xwe bigre. Belê wisa dixuye ku rê dudu ne. Ew kesên ku niha ji vê mesleka me ya ku şahrêya mezin a Qur’anê ye vediqetin, heye ku binezanîn alîkariyê bidin hêza bêdîniyê ya ku neyarê me ye. Înşellah, ew kesên ku bi rêya Rîsaleya Nûrê dikevin daîreya pîroz a Qur’ana mu‘cîzul-beyan, her tim wê hêzê bidin nûrê, îxlasê û îmanê û wê nekevin çalên wisa de.    

   Ey hevalên min ên di xizmeta Qur’anê de ne! Sedemeke herî bandordar a bidestxistina îxlasê û parastina wê, rabiteya mewtê ye. Belê wek çawa ya zererê dide îxlasê û ya (mirovî) ber bi durûtiyê û dinyayê ve diajo tûlê emel e; ya nefretê ji durûtiyê dide kirin û îxlasê dide bidestxistin, rabiteya mewtê ye. Yanî mirinê bihizrîne û bifikire ku dinya fanî ye û ji dekên nefsê rizgar bibe. Belê, ehlê terîqet û ehlê heqîqetê ji ayetên Qur’anê yên wek

كُلُّ نَفْسٍ ذَائِقَةُ الْمَوْت

اِنَّكَ مَيِّتٌ وَاِنَّهُمْ مَيِّتُونَ

 ders wergirtine û bi wê dersê di silûkên xwe de rabiteya mewtê kirine esas û tewehuma ebediyetê ku jêderka tûlê emel e ew rabite ji holê rakirine. Ewana bi awayekî ferezî û xiyalî xwe mirî disêwirînin û texeyul dikin û ferz dikin ku ew tên şuştin û tên xistin gorê de; her difikirin û difikirînin

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat