Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   DISTÛRA WE YA SÊYEMÎN: Divê hûn hemû hêza xwe di îxlasê de û di heqê de zanibin. Erê, quwet di heqê de ye û di îxlasê de ye. Yên neheq jî ji ber wê îxlas û samîmiyeta ku di nav neheqiyên xwe de nîşan didin hêzê bi dest dixin. Erê, delîleke ku hêz di heqê û di îxlasê de ye, ev xizmeta me ye. Di vê xizmetê de piçek îxlas vê doza me îsbat dike û ew bixwe dibe delîla xwe. Ji ber ku, di hember wê xizmeta îlmî û dînî ya ku ji bîst salan zêdetir e me li welatê xwe û li Stenbolê kirî, li vir di heft heşt salan de sed qat zêdetir hat kirin. Halehal, li welatê min bixwe û li Stenbolê ji birayên min ên li vêdê sed, belkî hezar qatî zêdetir alîkarên min hebûn jî; lê li vir ez bi tena serê xwe, bêkes, biyanî, nîv-umî û di bin çavnêrî û zordariya karmendên bêwîjdan de, xizmeta ku di van heft heşt salan de min digel we kirî ji xizmeta berê bi sed qatî bêhtir biserkeftî bû; bi qet‘î guman ji min re nema ku ev hêza manewî ya ku vê serkeftinê nîşan dide ji îxlasa we tê.    

   Hem ez li xwe mukir têm ku, we bi wê îxlasa xwe ya jidil ez hinekî ji durûtiya ku di bin perdeya şan û şerefê de nefsa min razî dike, rizgar kirim. Înşellah, hûnê di îxlaseke tam de bi ser kevin û min jî bigihînin îxlasa tam. Hûn dizanin ku Hezretî Elî (r.) bi wê kerameta xwe ya mu‘cîzewarî û Hezretî Xewsê E‘zem (q.) bi wê kerameta xwe ya xeybî ji ber vê raza îxlasê bi we re îltîfatê dikin. Û bi awayekî hîmayekar teseliyê didin we, ji aliyê manewî ve ji xizmeta we razî dibin. Belê bila guman ji we re çênebe ku ev tewecuha wan ji ber îxlasê ye. Eger hûn bizanîn vê îxlasê bişkînin, hûnê sîleya wan bixwin. Sîleyên şefqetê yên di Lem‘eya Dehemînê de li bîra xwe bînin.    

   Eger hûn bixwazin ev lehengên manewî piştevanê we bin û li ser serê we ustad bin, bi raza

وَيُؤْثِرُونَ عَلَى اَنْفُسِهِمْ

îxlasa tam bi dest bixin. Nefsên birayên xwe di şerefê de, di meqamî de, di tewecuhê de, heta di tiştên wek faydeya madî de ku li nefsê xweş tê, li ser nefsa xwe re bigrin. Heta, eger ji bawermendekî ku hewceyiya wî heyiye re heqîqeteke herî letîf û herî xweşik ya îmanê were gotin ku eva hanê tam mesûmane ye û menfeeteke bêzerer e; (lê) mumkin be, da ku xodxemî neyê nefsa we, bila ew ders bi birakî dî yê ku nexwaze were kirin û bila ew jî li we xweş were.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat