Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   DISTÛRA WE YA DUYEMÎN: Pêwist e hûn rexneyê li birayên xwe yên ku di vê xizmeta Qur’anê de ne negrin û li ser wan fezîletfuroşiyê nekin û damara xipteyê tehrîk nekin. Ji ber ku wek çawa destekî mirovî reqabeta destê wî yê dî nake, çavekî wî rexneyê li çavê wî yê dî nagre, zimanê wî îtîrazê li guhê wî nake, qelb qusûrê ruh nabîne; belkî kêmasiyên hevdu temam dikin, qusûrên hevdu dinixumînin, yarmetiya hewceyiyên hev dikin û alîkariya wezîfeyên hev dikin. Yan na wê jiyana wî laşê însanî vemire, wê giyanê wî derkeve (bireve) wê cismê wî belav bibe. Hem wek çawa çerxên fabrîqeyekê bi awayekî reqabetkarane bi hevdu re têkoşînê nakin, nadin pêşiya hev û pêstûriyê (tehekum) li hev nakin, kêmasiyên hev nabînin û rexneyan li hev nagirin û şewqa hev a xebatê naşikînin û nadin betalkirin. Belkî bi hemû îstî‘dadên xwe alîkariya hev dikin da ku berê hereketên xwe bidin meqseda gelemperî; bi piştgiriyê rast û bi hevgirtinê ber bi xayeya xulqiyeta xwe dimeşin. Eger bi qasî zerreyekê hucûmek û tehekumek tevlî bibe dê wê fabrîqeyê tevlîhev bike, wê bêencam û eqîm bihêle. Dê xwediyê fabrîqeyê jî wê fabrîqeyê bi yek carî bişikêne û belav bike.    

   Va ye, ey şagirdên Rîsaleyê Nûrê û xizmetkarên Qur’anê! Hûn û em organê şexsekî manewiyê ku layiqî navê însanekî wisa kamil in. Û em di şûna çerxên fabrîqeyeke wisa de ne ku di nav jiyaneke ebedî de bextewariyeke ebedî bide. Û em ew xedeme ne ku di keştiya rebbanî de kar dikin ku ew keştî umeta Muhemed (s.) derdixe Darûselama ku diyarê selametiyê ye. Bêguman, em hewce û mecbûrî tesanud û yekbûniya rasteqîn ya wê îxlasê ne ya ku ji çar ferdan hêzeke manewî ya hezar û sed û yazdehan te’mîn dike.    

   Belê eger sê elîf nebin yek, sê qîmetên wê hene. Eger li gorî raza hejmarkî xwe bikin yek, sed û yazdeh qîmetan bidest dixe. Eger çar carî çar ji hev cuda bin, şazde qîmetê wan hene. Wek çawa eger bi raza biratiyê û bi yekbûniya mebestê û bi hevgirtina wezîfeyê li hev bikin û li ser xêzekê milê xwe bidin hev, wê demê hêza wan û qîmetê wan dibe çar hezar û çarsed û çil û çar; eynen wisa jî gelek û gelek bûyerên dîrokî şahidiyê ji wê çendê re dikin ku bi raza îxlasê qîmet û hêza manewî ya şazde birayên fedakar ji çar hezaran derbas dibe. Raza vê sirê eve ye ku: Di hevgirtineke rastîn û jidil de her ferdek dikare bi çavê hevalên xwe yê dî jî binêre û bi guhê wan jî bibihîze. Deh merivên yekgirtî (mutehid) ên rasteqîn bi awayekî wisa qîmet û hêza wan heye, goya her yek ji wan bi bîst çavan dinêrin, bi deh aqilan difikirin, bi bîst guhan dibihîzin, bi bîst destan dixebitin. (Haşiye)

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat