Lem‘eya Bîst û Yekemîn
Derbarê Îxlasê de
(Ev ji wan Heft Meseleyên Notaya Hevdehemîn a Lem‘eya Hevdehemîn Meseleya Çaremîn bû, (lêbelê) bi munasebeta îxlasê bû Notaya Duyemîn a Lem‘eya Bîsemîn. Ji ber nûraniyeta wê wek Lem‘eya Bîst û Yekemîn ket Lemeatê de.)
[Ev Lem‘e kêma kêm divê pazdeh rojan carekê were xwendin. ]
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
وَلاَ تَنَازَعُوا فَتَفْشَلُوا وَتَذْهَبَ رِيحُكُمْ
وَقُومُوا لِلّٰهِ قَانِتِينَ
قَدْ اَفْلَحَ مَنْ زَكَّيهَا
وَقَدْ خَابَ مَنْ دَسَّيهَا
وَلاَ تَشْتَرُوا بِآيَاتِى ثَمَنًا قَلِيلاً
Ey birayên mîn ên axretî û ey hevalên min ên di xizmeta Qur’anê de ne! Hûn dizanin û zanibin:
Li vê dinyayê, taybet di xizmetên axretî de esaseka herî girîng û hêza herî zêde, mehdervanekî herî meqbûl, sparteka herî xurt, rêyeka herî kurt a heqîqetê, duaya herî meqbûl a manewî, wesîleyeka herî bikeramet a meqsedan, xisleteka herî bilind, ubûdiyeteka herî zelal; îxlas e.