Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

NUKTEYA PÊNCEMÎN

   Sê Mesele Ne.

   Meseleya Yekemîn: Musîbeta rastî û zerardar, ew musîbet e ya li ser dînî de tê. Pêwîst e her dem mirov ji ber musîbeta dînî penahê dergahê îlahî bibe û bike hawar. Bes ew musîbetên ku ne dînî bin, di rastiya xwe de ne musîbet in. Hin ji wan balkişanên (îxtarên) Rehman in. Wek çawa şivan keviran diavêje pezê xwe yên ku ketine koza xelkê; ew pezana jî ji wî kevirî dizanin ku; şivanî ew kevir ji bo ku wan ji karekî zerardar rizgar bike hişyariyek e, ew jî bikêfweşî bi şûn de vedigerin. Eynê wisa, gelek musîbetên zahirî hene ku balkişaneke, hişyariyeke îlahî ne û beşeke wan keffaretu’ z zunûb in û beşeke wan xefletê ji holê radikin û bêçaretî û qelsiya beşerî bi wan dide zanîn û ji aliyekê ve huzûrê dide. Beşa nexweşînê ya musîbetê wek me berê gotibû ew ne musîbet e, belkî ew îltîfateke rebbanî ye, paqijkirinek e. Di rîwayetê de heye ku: “Dema dara ku fêkiyên wê pijiyayî be were hejandin çawa fêkiyên wê dikevin, ji ricifandina yê tagirtî jî wisa gunehên wî dikevin.”

   Cenabê Eyûb (e.) di munacata xwe de ji boyî îsterheta xwe dua nekiriye, belkî wê dema ku ji zikrê lîsanî û ji tefekura qelbî re bûn asteng wê demê ji bo ubûdiyetê şîfa xwestiye. Divê bi wê munacatê armanca me ya pêşî ew be ku em niyeta şîfaya birînên manewî û rûhî yên ji gunehan tên, bikin. Di nexweşiyên madî de dema ji ubûdiyetê re bûn asteng, dibe ku em îltîca bikin. Bes, ne di awayê îtîrazkirin û gilîkirinê de be, belkî wisa mutezellîlane û îstîmdatkarane îltîca were kirin. Madem em bi rubûbiyeta wî razî ne, (nexwe) divê em ji wê tişta ku ji hêla rubûbiyeta wî ve tê jî razî bin. Ku mirov bi awayê ku bêhna îtîraza qeza û qedera wî jê were bêje “ax! Of!” û giliyê bike ev dibe herwekî ku mirov rexneyê li qeza û qedera wî bigre û rehîmiyeta wî îtham bike. Yê qederê rexne bike serê xwe li sindanî dixe, dişikîne. Yê rehmetê tawandar bike dê ji rehmetê bêpar bibe. Wek çawa yek (bixwaze) bi destê xwe yê şikestî heyfa xwe hilîne, (wê demê) dê şikestina wî zêde bike. Wisa jî: Ew mirovê ku girîftarê musîbetê bûyî (wê) musîbetê bi îtîraz û gilî û meraqê pêşwazî bike, musîbetê dike dudu (du qat).

   Meseleya Duyemîn: Musîbetên madî hinde mezin bê dîtin wê mezin bibin, hinde biçûk bê dîtin wê biçûk bibin. Mînak: Şevan xiyalek dikeve ber çavê mirovî, hinde mirov girîngiyê bidiyê diwerime (mezin dibe). Ku mirov girîngiyê nediyê winda dibe. Mêşhingivên ku

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat