Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

hezar qesr û hûrî jê re tên dayîn û ehlê bihiştê her kes ji behra xwe tam razî û memnûn e; ev îşaretî wê çendê dike ku li axretê tişteke ku bibe sedema reqabetê nîne û reqabet jî nabe. Nexwe, di emelên salih ên derbarê axretê de jî reqabet nabe, axret ne cihê reqabetê ye. Yê dexesiyê bike yan durû be; di sûretê emelên salih de li encamên dinyayê digere. Yan jî nezanekî rast e ku nizane ka emelên salih li kuderê dinêre û îdrak nake ku ruh û esasê emelên salih îxlas e. Ji ber reqabetê, di hember ewliyaulahî de cûreke neyartiyê nîşan dide, bi vî awayî firehbûna rehmeta îlahî tohmetbar dike.   Waqîeyeke ku vê heqîqetê teyîd dike:    

   Hevalekî me yê berê bi mirovekî re neyartiya wî hebû. Li cem wî pesnê neyarê wî hat dayîn, wesfê wî bi emelê salih heta bi welîbûnê hat kirin. Ew mirov nehesidî, ne jî aciz bû. Paşê yekî got: “Neyarê te wêrek e, xurt e.” Me dît ku di wî merivî de damareka hesûdî û reqabeta zêde xuya bû. Me gotê: Welîtî û salihbûn hêzeke bêhed û hesab a jiyana ebedî ya wek niqêmê ye û bilindayiyek e. Tu ji vî aliyî ve jê nehesidî. Hêza dinyewî di ga de û wêrekî di cinawir de jî heye, digel vê çendê nîsbet welîtî û salihbûnê wekî piçeke cama bêqîmet a bi nîsbet elmasê de ye.” Wî merivî wisa got: “Min û wî, me herdukan li vê dinyayê çavê xwe daye nuqteyekê, meqamekî. Pêlikên me yên ku me derxînin wir jî tiştên mîna hêz û wêrekiyê ne. Ji ber wê çendê ez hesidim. Meqamên axretê bêhed in. Ew li vir neyarê min jî be, li wir dibe ku bibe birakî min ê jidil û hezjêkerekî min.”   

   Ey ehlê heqîqet û ehlê terîqetê! Xizmeta heqiyê wekî hilgirtin û hêvişana gencineyeke mezin û giran e. Çiqas destên xurt bibezin alîkariy yên wê gencîneyê li ser milê xwe hildigrin, ewqas kêfa wan tê û memnûn dibin. Hesûdî li dera hanê, diviya ku ew hêza wan a ku ji ya wan zêdetir û ji wan bêhtir bondordar û alîkariya wan a ku bi awayekî gelek jidil û bi hezkirin hatî bi şanazî hatiba teqdîrkirin, lê sedema wê çi be ku bi awayekî reqabetkarane li wan birayên rasteqîn û li wan alîkarên fedakar dihête nihêrîn û bi wê rewşê îxlas ji dest diçe? Hûn di wezîfeya xwe de tên tawanbarkirin û di nezera ehlê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat