Belkî ji ber ku ehlê heqê nekaribûne wê alîcenabî û bilindhîmetiya ku ji heqîqetê tê û wê pêşbaziya ku di riya heqê de hatiye pesindayîn tam biparêzin û ji ber ku yên naehil ketina nav de û hinekî sûîstîmal kirine, ji ber wê çendê bi awayekî reqabetkarane ketine dubendiyê û hem zerereke zêde dane xwe, hem jî dane cemaeta Îslamî.
Heçî ehlê xeflet û ehlê delaletê ne, ji bo ku ji wê berjewendiya ku meftûnê (bengî) wê ne nemînin û da ku wan serok û hevalên xwe yên ku ji wan re perestişê dikin nexeyidînin, ji zelîltiyên xwe û ji nemerdiyên xwe û ji bêhemiyetiyên xwe mutleq bi hevalên xwe -heta nemerd û xaîn û zirardar jî bin- re yekîtiyeke xalîsane û bi hevparên xwe yên ku li derdora berjewendiyê digerin -çawa bin bila wisa bin- hevgiritineke jidil dikin. Wek encama semîmiyetê îstîfade dikin.
Va ye, ey ehlê heq û eshabê heqîqetê yên musîbetzede û yên ketine dubendiyê! Di vê dema musîbetê de ji ber ku hûn ji îxlasê mane û taybet we razîbûna Xwedê nekir xayeya meqsedê, hûn bûne sedema vê zelîlî û têkçûna ehlê heqê. Di karên dînî û axretî de divê reqabet û xipte û çavnebarî nebe. Û ji aliyê heqîqetê ve jî nabe ku hebe. Lewra, sedema dexesî û bexîliyê: Ji ber ku gelek dest dirêjî tiştekî tenê dibin û gelek çav berê xwe didin meqamekî tenê û gelek mîde nanekî tenê dixwazin û ji ber muzaheme û nîqaş û pêşbirkê dikevin xibte û dexesiyê. Li dinyayê ji ber ku gelek kes daxwazkerên tiştekî tenê ne û ji ber ku dinya jî teng û demkî ye, arzûyên bêhesab ên mirovî tetmîn nake, ji ber wê çendê mirov dikevin reqabetê. Bes ku di axretê de bihişteke ku qonaxa pêncsed salî ye (Haşiye) didin mirovekî tenê û heftê