Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Di wê meseleyê de kî alîkariya wî bike bi awayekî zêde xwe bi wî digre. Wekî wî Yehûdiyê elmasfiroşê dîn ku pênc lîre buhayî dide piçeke cama pênc-pereyî, ew jî dema xwe ya di buhayê pênc sed lîreyî de ye dide wê meseleyê; Halehal, ew mesele di heqîqeta xwe de pênc pere qîmetê wê nîne û ehlê heqê deh pereyan pê nadin. Bêguman, piştî ku evqas buha pê da û bi hestên evqas bişidet xwe dayê, di riya batilî de jî be dê di wê meseleyê de bi ser keve, wê ehlê heqê têk bibe. Di encama vê têkçûyînê de dê ehlê heq têkeve ziletê, mehkûmiyetê, tesenuê û durûtiyê û dê îxlasê winda bike. Dê mejbûrî wê çendê be ku ji hin ehlê dinyayê yê nemerd û bêhîmet û bê hemiyet re şalûsiyê bike.    

   Ey ehlê heq! Ey ehlê şerîetê û ehlê heqîqetê û ehlê terîqetê yên heqperest! Di hember vê dubendiya nexweşiya mudhiş de kêmasiyên hevudin nebînin û çavê xwe ji eybê hevudin re bimiçînin. Bi edeba Furqanî ya!

وَاِذَا مَرُّوا بِاللَّغْوِ مَرُّوا كِرَامًا

ê edeb bibin. Û zanibin ku di dema êrîşa dijminê derve de terikandina munaqeşeya hundirîn û xilaskirina ehlê heqê ya ji ketinê û ziletê wezîfeyeke axretî ya pêştirîn û muhîmtirîn qebûl bikin, û biratî û hezkirin û alîkariyê bikin ku bi sedan ayet û ehadîsê nebewî bi şidet fermana wê dikin û bi hemû hestên xwe ve ji ehlê dinyayê hîn bêhtir bi hempîşe û hemdînên xwe re îtifaqê bikin, yanî nekevin îxtilafê. Wisa bibêjin: “Ji dêvla ku ez wextê xwe yê hêja di meseleyên wisa biçûk de bimezixînim, ezê wê dema xwe ya gelek hêja di tiştên qîmetdar ên wekî zikr û fikrê de bimezixînim.” Û xwe bidin alî û hevgirtinê qels mekin. Ji ber ku di vê cîhada manewî de ew meseleyên ku hûn biçûk zen dikin dibe ku gelek mezin bin. Wek çawa carinan saetek nobeta leşkerekê ya di şertên girîng û taybet de dikeve şûna salekê îbadetî, eynen wisa jî di vê dema têkçûyina ehlê heqê de, di meseleyên mucahedeyê yên manewî de, rojeke te ya qîmetdar a di meseleyeke biçûk de serf kirî, dibe ku wekî wê saeta wî leşkerî hezar dereceyan qîmetê bistîne, rojeke te bibe hezar roj. Madem lîwechillah (ji bo Xwedê) e, nexwe li biçûkî û mezinî û biqîmetî û bêqîmetiyê nayêt nihêrîn. Di riya îxlas û razîbûna îlahî de zerre dibe wek stêrê. Li mahiyeta wesîleyê nayêt nêrîn, li encamê dihêt nêrîn. Madem encama wê razîbûna Xwedê ye û havênê wê îxlas e, ew ne biçûk e, mezin e.

   SEDEMA HEFTEMÎN: Wek çawa dubendî û reqabeta ehlê heq û heqîqetê ne ji dexesî û hirsiya dinyayê tê, hevgirtina ehlê dinyayê û ehlê xefletê jî ne ji ci­wanmer­diya wan û ji alîcenabiya wan e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat