Madem te gelek sewab divê, îxlasê esas bigre û mitaleya razîbûna Xwedê tenê bike. Da ku yek û yek ew peyvên bimbarek ên li hewa ku ji devê te derdikevin bi îxlasê û bi niyeta sadiq candar bibin, bikevin guhê hişmendên bêhed û hesab û wana nûranî bikin û te jî bikin xudan-xêr. Ji ber ku wek mînak: Te got “Elhemdu lîllah.” Ev gotin bi milyonan gotinên “Elhemdu lîlahê” biçûk-mezin bi destûra Xwedê li hewa tê nivîsandin. Neqaşê Hekîm, ji ber ku tiştê ‘ebes û îsraf nake, guhên bêhed û hesab ên ku wan gotinên zêde ên bimbarek guhdarî bike, afirandine. Eger ew gotinên li hewayê bi îxlas û bi niyeta sadiq werin jîndarkirin, wê wekî fêkiyeka xweş têkevin guhên rûhaniyan. Eger razîbûna Xwedê û îxlas jiyanê nede wan gotinên li hewayê, wê demê ew gotinana nayên guhdarîkirin. Sewab jî bi gotinên devî tenê ve sînordar dimîne. Ew hafizên ku dengê wan ne pir xweş, û ji ber hebûna kêm-guhdaran ditengijin, bila deng here kerrika guhê wan.
SEDEMA ÇAREMÎN: Wek çawa îxtilafa ehlê hîdayetê ya reqabetkarane ne ji nefîkirîna encamê û ji qesra (kurtbûna) nezerê ye, îtifaqa ehlê delaletê ya jidil jî ne ji aqîbetendîşiya wan û ji nêrîna wan a bilind tê. Berevajî, ehlê hîdayetê bi bandora heq û heqîqetê, bêyî ku têkeve bin hestên kor ên nefsê, hem ji ber wê çendê ku li pey temayulên dûr-endîşane yên qelb û aqilî ne, ji ber hindê nikarin îstîqamet û îxlasê biparêzin, wî meqamê bilind naparêzin û dikevin îxtilafê. Lêbelê heçî ehlê delaletê ne, bi bandora nefs û hewayê, bi pêwistiya wan hestên kor û encamnebîn ku dirhemeke lezeteta hazir li ser ritilek lezeta pajerojê dibînin; bi awayekî jidil, ji boyî menfeteke pêşîn (mu‘ecel) û lezeteke hazir gelek zêde hevgirtinê dikin.
Belê, yên nebaş û dilhişk û nefisperest, li dora lezet û berjewendiyeke dinyayê û ya hazir bi awayekî jidil îtifaq û yekîtiyê çêdikin; lê ehlê hîdayetê, ji ber ku bi distûrên qelbî û eqlî tevdigerin û berê wan li faydeyên axretê û kemalatê yên derbarê axretê û îstiqbalê de ne.. Pêwist bû ku îstîqameteke biesas û îxlaseke tam û hevgirtin û yekîtiyek gelek fedakarane hebana; bes ji ber ku xwe ji enaniyetê safî nekirine û ji ber îfrat û tefrîtê, ew yekîtiya ku jêderkeke bihêz a bilind e winda dike, îxlas jî dişikê. Û wezîfeya axretê jî zererê dibîne. Wisa bi hêsanî razîbûna Xwedê jî nayê bidestxistin.
Melhem û dermanê vê nexweşiya girîng ew e ku bi raza
اَلْحُبُّ فِي اللّٰهِ
ê mirov bi awayekî şanaz bibe hevalê yên di riya heq de