Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   SEDEMA SÊYEMÎN: Îxtilafa ehlê heqê, ne ji bêhîmetî û ziletê ye û îtîfaqa ehlê delaletê jî ne ji hîmetbilindiyê ye. Belkî, dubendiya ehlê hîdayetê ji xirabikaranîna xeyretbilindiyê ye û hevgirtina ehlê delaletê ji wê hejarî û qelsiyê ye ya ku ji bêxeyretiyê tê. Ya ku ehlê hîdayetê ji xeyretbilindiyê ber bi sûê îstî‘malê ve û ber bi dubendî û reqabetê ve diajo, ji aliyê hirsiya sewabê û bêqenaetiya wezîfeya axretê ve ye ku ev ji aliyî axretê ve xesleteke memdûhe ye. Yanî, dibêje “Bila ev xêr bigihîje min, ezê van mirovan îrşad bikim, bila li gotina min guhdarî bikin.” Û li hemberî birayê xwe yê rasteqîn û yê ku ew bi awayekî cîdî hewceyî hezkirin û alîkarî û biratiya wî ye dikeve rewşa reqabetkaraneyê. Dibêje:    “Çima şagirdên min diçin cem wî? Çima bi qasî wî şagirdên min nînin?” Enaniyeta wî, ji vê çendê firseta xwe dibîne û meyla wî dike bal meqamperestiyê ya ku xisleteke xerab e, îxlasê ji dest derdixîne, deriyê durûtiyê vedike. Va ye, dermanê vê şaşiyê û vê birînê û vê mereza ruhanî ya mezin ev e ku:    

   Razîbûna Cenabê Heq bi îxlasê tê bidestxistin; ne bi zêdebûna peyrewan û ne bi serkeftinên zêde ye. Ji ber ku wana wezîfeyên îlahî ne, ew nayên xwestin, belkî carinan tên dayin. Belê, carinan tek kelîmeyek, dibe sebebê xelasî û wesîleya rizayê. Divêt mirov ehemiyeta kemiyetê, ewqas daneyne li ber çavê xwe. Ji ber ku carinan îrşada mirovekî bi tenê qasî hezar mirovan dibe sedema razîbûna îlahî.    

   Hem heçîka îxlas û heqperestî ye, (ev e ku:) Mirov bibe alîgirê wê çendê ku misilman li kuderê û ji kê îstîfade bikin, bila bikin. Yan jî ew fikra ku “Bila dersê ji min bistînin û xêra wan bo min bê” eva hanê hîleyeke nefsê û enaniyetê ye.

   Ey ew mirovê ku di sewabê de bihirs û di emelê axretê de bêqinyat! Hin pêxember hatine ku ji bilî çendek mirovan kes nebûne peyrewên wan, lê dîsa jî ucreta bêhed û hesab a wezîfeya qudsî ya pêxemberiyê wergirtine. Nexwe huner ne di zêdebûna peyrewan de ye. Belkî huner bidestxistina razîbûna îlahî ye. Tu dibî çi ku tu bi hirsiyeke wisa dibêjî “Bila her kes li min guhdarî ke” û wezîfeya xwe jibîr dikî û tevlî wezîfeya îlahî dibî? Qebûlkirin û komkirina însanan a li derdora te wezîfeya Cenabê Heq e. Wezîfeya xwe bike, tevlî wezîfeya Xwedê mebe.    

   Hem yên li heq û heqîqetê guhdarî dikin û ji yên gotinvanê wê re xêrê didin bidestxistin ne însan tenê ne. Mexlûqên Cenabê Heq ên hişmend û rûhanî û firîşteyên wî gerdûn tijî kirine û her der şên kirine.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat