Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ku derbas bûyî, eger ew roj musîbet be, zehmeta wê çûye rehetiya wê maye; elema wê çûye, lezeta ku ji zewala wê tê maye; tengiya wê çûye, xêra wê maye. Divê mirov ji van giliyê neke, belkî divê bi awayeke bitelezuz şukrê bike. Ne ku mirov ji wan bixeyide, belkî divê mirov ji wan hez bike. ‘Emrê wî yê fanî yê bihorî bi wasîteya musîbetê dikeve şûna ‘emrekî baqî û bextewar. Ku ew elemên wê bi wehmê bihizrîne û beşeke sebra xwe li ser wan belav bike ev dînîtî ye. Bes, heçî rojên îstiqbalê ne, madem hêj nehatine; ku mirov hêj niha de li nexweşîn yan jî li musîbeta ku di wan de ye bifikire û bêsebriyê nîşan bide, û gilî bike ev ehmeqî ye. Wek çawa mirov bibêje ku “ezê sibê, dusibê birçî bibim, têhn bibim” û ji tirsa vê çendê li ser hev avê vexwe û xwarinê bixwe çi dînîtiyeke ehmeqane ye; eynen wisa ku mirov musîbet û nexweşiyên îstiqbalê yên ku niha nînin bihizrîne û hêj niha ji ber wê çendê kedernak bibe û bêsebriyê nîşan bide û bi vî awayî bêyî mecbûriyet ew bixwe stemê li xwe bike, ehmeqîtiyeke wisa ye ku, liyaqeta merhemet û şefqeta derbarê xwe de ji holê radike.    Welhasil: Wek çawa şukir nîmetê zêde dike; wisa jî gilî/gilîkirin musîbetê zêde dike; hem liyaqeta merhemetê ji holê radike. Di sala pêşî ya Şerê Cihanê yê Yekemîn de, li Erzeromê, zatekî bimbarek ketibû nexweşiyeke dijwar. Ez çûme nik wî, ji min re wisa got: “Ev sed şev in serê min neketiye ser balgehî û min nekariye razêm.” Bi vî hawî giliyeke bişewat dikir. Dilê min gelek pê ve ma. Ji nişka ve hat bîra min û min got:

   “Birayê min, ew sed rojên te yên ku di tengavê de derbas bûyî niha di hukmê sed rojên xweş de ne. Wana bîne bîra xwe, giliyê meke; li wan binêre û şukir bike. Îca heçî rojên îstîqbalê ne, madem hê nehatine, bila baweriya te bi Rebbê te yê ku Dilovantirînê Dilovanan e bê û li ber xwe nekeve û megirî û bêsebeb metirse, rengekî heyînê (wucûdê) nede neyînê (edemê). Mitaleya vê saetê bike. Hêza sebra te besî vê saetê ye. Mîna wî fermandarê dîn meke ku: Hêza dijminî ya aliyê çepê tevlî aliyê wî yê rastê bûye û jê re bûye hêzeke nû; digel vê çendê jî di wê dema ku aliyê rastê yê dijmin ê di aliyê çepê de ye hêj nehatî, (ew çi dike? Radibe) hêza navenda xwe bi aliyê rast û çepê ve belav dike û navendê qels dihêle; dijmin jî bi hêzeke hindiktirîn ve navendê xerab dike.” Min gotê: “Birayê min, tu mîna wî meke, hemû hêza xwe li ser vê saetê kom bike. Li rehmeta Xwedê, li xelata axretê û ya ku ‘emrê te yê fanî û kin vedigerîne awayê dirêj û baqî bifikire. Ji dêl vê giliya bişewat bi kêfxweşî şukir bike.” Wî jî bi awayekî kêfxweş got “Elhemdu lîllah” û nexweşiya min ji deh behran dakete yekê.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat