Bandorên hirs û qenaetê di alema candaran de bi distûreke gelek fireh çêdibe. Bi taybetî, ew darên ku hewceyî rizqî ne, qenaeta wan a fitrî dike ku rizqê wan ber bi wan ve bibeze, wisa jî, beza heywanan a bi hirs a di nav meşeqet û kêmasiyê de nîşan dide ku zerera hirsiyê çiqas mezin e û faydeya qenaetê çiqas zêde ye. Hem qenaeta hemû çêlikên hejar a bi lîsanên wan ên hal ew e ku xureke xweş a wekî şîrî ji wê dera ku qet hêvî nakin de ji wan re derdikeve û dirende bi hirs êrîşî rizqê xwe yên kêm û pîs dikin, eva hanê bi awayekî geş doza me îsbat dike. Hem rewşa qenaetê ya masiyên qelew, ku bi awayekî mukemel rizqê xwe bi dest dixin û heywanên zekî yên mîna rovî û meymûnê bi hirs li pey rizqê xwe dibezin jî digel wê çendê têra xwe peyda nakin, ji ber wê çendê lewaz û hejar in; ev jî nîşan dide ka hirs çi derece sedema zehmetiyê ye û qenaet çi derece sebeba rehetiyê ye.
Hem ka li miletê Yehûdî binêrin, bi hirs, bi faîz, bi hîle û pîleyan bê ka çawa rizqê xwe bi zîlet û sefaletê, bi xeyrî meşrû‘ û ancax nanoziko peyda dikin; û hem ka li rewşa qenaetkarane ya sehranişînan, yanî bedewiyan binêre bê ka çawa bi serbilindî dijîn û rizqê kafî peyda dikin; eva hanê jî, bi awayekî qet‘î de‘wa me îspat dike.
Hem gelek alim (Haşiye) û edebiyatvan (Haşiye) ji ber wê hirsiya ku zekaweta wan daye wan, ketine nav xizaniyê û gelek bûdela û hejarên ku bi rewşên xwe yên qenaetên fitrî dewlemend in, eva hanê bi awayekî qet‘î îsbat dike ku rizqê helal li gorî bêhêzî û îftîqarê tê, ne ji hêz û îradeyê tê; belkî ew rizqê helal me’kûsen mutenasibê hêz û îradeyê ye. Ji ber ku zarok her ku hêz û îradeya wan çêdibe rizqê wan kêm dibe, jê dûr dikeve, giran dibe. Li gorî raza hedîsa