Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Resûlulah e û di nav sehabeyan de yê herî bijare ye, ku ev zatê bimbarek rojekê li bazarê, di kirîn û firotinê de, di meseleyeke bêqîmet de, ji bo îqtisadê û ji bo hêvişandina emniyet û îstîqametê ku sebeba bazirganiyê ye, bi tundî nîqaşê dike; sehabeyekî lê nihêrî, dilxuşûşî jê ra çêbû ku munaqeşeya kurê Hezretî Umer ê xelîfeyê navdar ê rûyê erdê ya ji bo pênc qurûşan qesîsiyeke ecêb e û li pey îmam ket û xwest ku ehwalê wî zanibe. Dît ku Hezretî Ebdulah kete mala xwe ya bimbarek. Li ber derî xizanek dît. Kêliyekê xwe mijûl kir, ji wir veqetiya, çû. Paşê ji deriyê duyemîn ê mala xwe derket, xizanekî dî li wir jî dît. Li cem wî jî kêliyekê xwe mijûl kir, (paşê ji wir) veqetiya, çû. Ew sehabiyê ku ji dûr ve lê dinêrî meraq kir. Çû, ji wan xizanan pirsî: “Îmam li cem we rawestiya, çi kir?” Her yekî ji wan got: “Zêrek da min.” Wî sehabeyî wisa got: “Fesubhanelah! Di çarşiyê de, ji bo pênc qurûşan bila vê nîqaşê bike, paşê di mala xwe de dused qurîşan bi kêfa dilê xwe, bêyî ku kesî pê bihesîne bide!” Çû Hezretî Ebdulah Îbnî Umer dît, gotê: “Ya îmam, vê muşkîleya min çareser bike. Te li çarşiyê wiha kir, di mala xwe de wiha kir.” Di bersiva xwe de got: “Rewşa min a li çarşiyê, rewşeke ji îqtisadê, ji aqilê tam, ji hêvişandina ewleyî û dilsoziya ku esas û ruhê kirîn û firotinê ye, hatiye, ne qesîsî ye. Rewşa di mala min de rewşeke wisa ye ku ji şefqeta qelbî û ji kemala ruhî hatiye. Ne ew çikûsî ye û ne jî ev îsraf e. Îmamê E‘zem wek îşareteke vê razê gotiye

لاَ اِسْرَافَ فِى الْخَيْرِ كَمَا لاَ خَيْرَ فِى اْلاِسْرَافِ

   Yanî, “Wek çawa di xêr û qenciyê de -bes ji yên musteheq re- îsraf nîne, di îsrafê de jî xêr nîne."

   NUKTEYA HEFTEMÎN: Îsraf, hirsiyê encam dide. Hirs, sê encaman dide:

   Ya Pêşî: Bêqenaetî ye. Bêqenaetî şewqa kar û xebatê dişikîne. Ji dêl şukrê, dibe sedemê gilî û teraliyê. Û terka malê (Haşiye) meşrû’, helal û hindik dike, li malekî nemeşrû’ û bêzehmet digere. Û di wê rêyê de ‘izeta xwe, belkî jî rûmeta xwe feda dike.    

   Encama Duyemîn a Hirsîtiyê: Meherûmiyet û xesar e. Jêmayina ji meqsûdê ye û duçarbûna îstîsqalê ye û mehrûmiyeta ji hêsanî û alîkariyê ye, heta

اَلْحَرِيصُ خَائِبٌ خَاسِرٌ

   Yanî, derbûmesela “Hirs, sedema xesar û sernekeftinê ye” rast derdixîne.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat