Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Şagirtekî min, li dijî prensîb û distûra jiyana min îsrar li ser qebûlkirina min kir, da ku nêzî du kîlo û nîv hingiv diyariyî min bike. Min çiqas prensîba xwe derpêş kir, qîma xwe neanî. Min jî ji mejbûrî got ezê bi sê birayên xwe yên ku li cem min in bidim xwarin, ew hersê mirov bila di Şe’bana şerîf û remezanê de sîh-çil rojan ji wî hingivî bi îqtisadî bixwin, bila bibe xêra yê anî jî û da ew bixwe jî bê şîranî nemînin, min got “bistînin.” Weqiyeke hingivê min jî hebû. Ew hersê hevalê min gerçî mirovên rast û yên aborî teqdîr dikirin bûn. Bes, ka çawa çêbibe, îkramî hevdu dikirin, her yekî dixwest yê dî ji xwe razî bike û tercîhî li ser nefsa xwe bike û ji vê xesleta ulwî aborî jibîr kirin. Di nava sê rojan de du kîlo û nîv hingiv xilas kirin. Ez keniyam û min got. “Min ê bi wî hingivî sîh-çil rojan hûn (devê we) bidana şêrînkirin. We sîh roj daxistin sêyemîn. Xweşîcan be!” Bes min bixwe ew weqî hingivê xwe bi aborî serf kir. (Haşiye) Di şe‘ban û remezanê hemûyê de hem min xwar hem lîllahîlhemd min di dema fitarê de her yek birayê xwe kefçiyek da wan û bû sedema xêreke mezin. Yên ew rewşa min dîtî dibe ku ew rewşa min wek qesîsiyê qebûl kiribe.

   Dibe ke rewşa wan hevalên min a sê şevan wek comerdiyekê qebûl kiribin. Bes ji aliyê heqîqetê ve me dît ku di bin wê qesîsiya zahirî de îzeteke ‘ulwî û bereketeke mezin û xêreke pir veşartî ye. Û di bin wê comerdî û îsrafê de, eger dest jê bernedabana, wê rewşeke parsekiyê û ya nêrîna destê xelkê ya bi awayekî temakarane û muntezirane encam dabûya ku ev ji qesîsiyê gelek xartir e.   

   NUKTEYA ŞEŞEMÎN: Gelek cudayiyên di navbera aborî û qe­sîsiyê hene. Wek çawa dilnizmî xesleteke hatiye pesnkirin e ku ji aliyê manewî ve ji tezelûla ku exlaqê pîs e cuda ye, lê ji aliyê zahirî ve dişibihe wê. Û weqar, xesleteke hatiye pesinandin e ku ji xwequrekirina ku xesleteke pîs e ji aliyê manewî ve cuda ye, lê ji aliyê zahirî ve dişibihin hev. Eynê wisa, heçî aborî ye ku ji exlaqê bilind ê pêxemberiyê ye û belkî sedemeke nizama hîkmeta îlahî ye; tu têkiliya wê bi qesîsiyê ve nîne, ku qesîsî têkela (xelîte) xizanî û beredayîtî û temayî û hirsiyê ye. Bes ji aliyê zahirî ve dişibihin hev. Rûdaneke ku vê heqîqetê piştrast dike:   

   Hezretî Ebdulahê kurê Umer ku yek ji wan heft Ebdulahên navdar e û hêjatirîn û mezintirîn kurê Farûqê E‘zem Hezretî Umer ê Xelîfeyê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat