Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Carinan di serî de divê ‘izeta xwe gorî bike û zivariyê (ziletê) qebûl bike, têkeve rewşeke parsekiya manewî ya ku hetanî lingên hinek mirovên nemerd maçî bike; carinan dikeve sûreteke wisa ku muqedesata xwe ya dînî ya ku nûra jiyana wî ya ebedî ye gorî bike (hetanî) malekî bêbereket û bêyom digre.    

   Hem di vê dema feqr û zerûretê de, teeluma ku bi wasîteya riqeta cinsî ya ji elema (mirovên) birçî û hewceyan a ji ehlê wîjdanê re tê, wê tama ku ji pereyên nemeşrû bi dest xistî -eger wîjdana wî hebe- wî diêşîne. Di demeke wisa ecêb de, di malên ku tê de guman (a heramî) heye de pêwist e mirov qenaeta xwe bi dereceya zerûretê bîne. Ji ber ku li gorî raza

اِنَّ الضَّرُورَةَ تُقَدَّرُ بِقَدْرِهَا

yek ji mecbûrî dikare bi qasî zerûretê ji malê heram bistîne, ji wê zêdetir nikare bistîne. Belê ew kesê ketî halê zerûretê de, ji goştê mirar nikare bixwe heta ku têr bibe. Belkî dikare qasî ku nemire bixwe. Hem, di hizûra sed mirovên birçî de bi lezeteke tam zêde nayê xwarin.   

   Bûyereke delîla wê çendê ku aborî sebeba îzet û kemalê ye. Demekê, Hatemê Teyî ku di dinyayê de bi camêriyê navdar e ziyafetek mezin dide. Diyariyên gelek zêde dide mêhvanên xwe û derdikeve geşta çolê. Dema li çolê dimeşe, kalekî xizan dibîne, barekî gûnî û pejikên bikelem li pişta xwe bar kiriye. Bi laşê wî re diçe, xwîn jê tê. Hatem jê re got: “Hatemê Teyî mêhvaniyeke mezin dide, digel de jî diyariyan. Tu jî here wir, ji dêl vî barê deviyê yê bi pênc qurîşî, tu dê pênc sed qurîşan bistînî.” Wî kalê xwedan-îqtisad wisa got: “Ez vî barê bistirî bi ‘izeta xwe dikêşim, radikim. Min mineta Hetemê Teyî navê.” Paşê ji Hatemê Teyî pirsîn: “Te ji xwe comertir û ezîztir kî dît?” Got: “Va ye, min ew kalê xwedan-îqtisad ê ku ez li berriyê rastî wî hatîm ji xwe ezîztir û mezintir û comertir dît.”   

   NUKTEYA PÊNCEMÎN: Cenabê Heq ji kerema xwe ya tam bi mirovê herî xizan wekî mirovê herî dewlemend û bi gedayî, yanî bi feqîrî wekî padîşahî tama nîmetê pê dide hîskirin. Belê, ew tama ku hejarek bi wasîteya birçîbûn û îqtisadê ji parçeyek nanê hişk û reş distîne, ji tama wê beqlewaya e‘la ya ku padîşahek û dewlemendek ji ber îsrafê bi kerixîn bi bêîştahî dixwe, bilezettir e.    

   Gelek balkêş e ku hin mirovên destbelav û bêîqtisad, xwedan-îqtisa­dên wisa bi qesîsiyê tawanbar dikin. Haşa! Aborî, îzet û comerdî ye. Qesîsî û zelîlî esehiya keyfiyetên zahirî yên destbelavan e. Rûdaneke ku di sala nivîsîna vê rîsaleyê de, di hicrika min a li Îspartayê de heye ku vê heqîqetê teyîd dike. Wisa ku:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat