Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Belê, ewqas delîlên qet‘î ên ku “aborî sedema bereketê ye û wesîleya debareke spehî ye”, hene ku nayên hed û hesabê. Bi kurtasî, min bi şexsê xwe dîtiye û ez bi şahidiya wan zatên ku xizmeta min û hevaltiya min kirî, dibêjim ku: Bi wesîleya îqtisadê carinan li hemberî yekê min deh bereket dîtin û hevalên min jî dîtine. Heta, neh sal berê (niha bû sî sal) hin reîsên ku digel min bo Burdurê hatibûn nefîkirin, gelek hewl dan ku zekatên xwe bi min bidin qebûlkirin. Min ji wan reîsên dewlemend re got: “Gerçî diravên min hindik in, bes îqtisadiya min heye, ez hînî qenaetê bûme. Ez ji we dewlementir im.” Min pêşniyaza wan a li ser hev û îsrara li ser îsrarê red kir. Gelek balkêş e ku piştî du salan hinek ji wan kesên ku zekata xwe pêşniyarî min kirî ji ber îsrafê bûne deyndar. Lîllahîlhemd, piştî wan heft salan, ew diravên hindik, bi bereketa îqtisadê, têra min kir, lavayiya ku rûmeta min bihejîne bi min neda kirin, ez mecbûrî wê çendê nekirim ku ez xwe heceyî xelkê bikim. Rêbaza min a “îstîxnaya ji însanan” ku distûreke min a jiyanê ye, xera nekir.

   Belê, yê îqtisadê neke berendamê têketina zelîliyê û parsekiya manewî û sefaletê ye. Di vê demê de diravên ku dibin sedema îsrafê, gelekî giran e. Di berdêlê de carinan heysiyet û namûs wek bertîl tê standin; carinan di berdêlê de muqedesatên dînî tê standin, paşê hinek diravên bêyom tên dayin. Nexwe, bi zerera sed lîreyên manewî, maleke pênc-qurûşî ya madî tê standin. Eger, îqtisadê bike û ji hewceyiyên xwe yên zerûrî re îktisar û îxtisar û hesrê bike, li gorî raza

اِنَّ اللّٰهَ هُوَ الرَّزَّاقُ ذُو الْقُوَّةِ الْمَتِينُ

û bi seraheta

وَمَا مِنْ دَابَّةٍ فِى اْلاَرْضِ اِلاَّ عَلَى اللّٰهِ رِزْقُهَا

dê bi awayek hêvî nedikir û dê bi qasî heyata xwe berdewam bike, rizqê xwe peyda bike. Ji ber ku ev ayeta han, vê yekê soz dide.    

   Belê riziq dudu ne: Yek, rizqê heqîqî ye ku dê bi wê bijî. Bi hukmê vê ayetê, Xwedê ew riziq li xwe girtiye. Eger bijartina şerrê (sûê îxtiyar) a însanî tevlî nebe, teqez dê ew wî rizqî peyda bike. Mecbûr namîne ku ne dînê xwe, ne namûsa xwe, ne ‘izeta xwe gorî bike.   

   Ya Duyemîn, rizqê mecazî ye ku bi ‘bi kar anînên xerab’ (Sûê îsti‘malat) hewceyiyên nezerûrî ketiye şûna hewceyiyên zerûrî û bi belaya urf û adetê bûye tiryakî û nikare biterikîne. Va ye ji ber ku Xwedê ev riziq li xwe negirtiye, bi destxistina vî rizqî, nexasim di vê demê de gelek giran e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat