Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

pêş de neçûyî di şûna dergevanî de ye. Ji bo xatirê tamjêgirtina wî nabe ku têkeve îsrafê û ji buhayê dereceyekê derkeve deh dereceyan. Bes, seheka tehmê ya ehlê şukra rasteqîn û ehlê heqîqetê û ehlê qelb, wek di hevberkirina (muwazeneya) Peyva Şeşemîn de hatî beyankirin, di pêjgeha (metbex) rehmeta îlahî de di şûna çavdêr (nazir) û mufetişekî de ye. Û di wê seheka tehmê de, bi qasî hejmara xurekan bi mêzînên biçûk nîmetên îlahî yên cûrbecûr dipîve û dinase; di sûretê şukrekî manewî de xeberê dide cesed û mîdeyê.    

   Va ye seheka tehmê ya di vî sûretî de, li laşê madî tenê nanêre. Belkî ji ber ku li qelb û ruh û aqilî jî dinêre, hukmek û meqameke wê ya di ser mîdeyê re heye. Bi şertê ku îsrafê neke û bi tenê (sirf) wezîfeya şukrê bîne cî û nîmetên îlahî yên cûrbecûr hîs bike û nas bike û meşrû‘ be û nebe wesîleya zilet û parsekiyê (belê, bi van şert û mercan) destûr heye ku li pey lezetê bikeve. Ji bo ku wî zimanê ku seheka tehmê ye ya di xwe de digre di şukrê de bi kar bîne destûr heye ku xwarinên lezîz tercîh bike.    

   Hadîse û kerameteke Xews a ku îşaretî vê heqîqetê dike:

   Demekê di bin terbiyeya Hezretî Xewsê E‘zem (q.) Şêx Geylanî de zarokeke yekane ya jineke nazdar û pîr hebûye. Ew pîra muhterem diçe hucreya kurê xwe, lê dinêre kurê wê piçek nanê hişk û reş dixwe. Ji wê riyazetê ewqas zeîf bûye ku şefqeta diya wî celb dike. Dilê diya wî dimîne pê ve. Paşê ji bo giliye diçe ba Hezretî Xews. Dibîne ku mirîşkeke sorkirî li ber Xews e û dixwe. Ji ber nazdariya xwe dibêje: “Ya Seyda! Kurê min ji birçîna dimire, tu mirîşkê dixwî!” Hezretî Xews ji mirîşkê re dibêje: “Qum bîîznîlah!” Hestiyê wê mirîşka pijandî kom dibin û dibe mirîşk û ji firaxê derdikeve.. eva hanê ji aliyê gelek zatên pêbawer û mewsûq ve wek kerameteke zatekî mîna Hezretî Xews ku di dinyayê de navdar e û mezherê kerameta xarîqe bûye bi tewatureke manewî hatiye naqilkirin. Hezretî Xews got: “Çi dema ku kurê te jî gihîşte vê dereceyê, hingê bila ew jî bixwe.”   

   Va ye, maneya vê fermana Hezretî Xews ev e ku: Çi dema ku kurê te jî ruhê wî bibe serwerê laşê wî, qelbê wî bibe serwerê nefsa wî û aqilê wî bibe serwerê mîdeya wî û her weha ew ji bo şukrê lezetê bixwaze wê demê destûr heye ku ew tiştên tamxweş bixwe.    

   NUKTEYA ÇAREMÎN: Li gorî raza hedîsa şerîf a

لاَ يَعُولُ مَنِ اقْتَصَدَ

ku maneya wê ev e: “Yê tevdîra aborî bigire, zehmetiya meîşetê ya malbatê pir nakêşe.”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat