Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   NUKTEYA DUYEMÎN: Fatirê Hekîm gewdeya mirov bi awayê serayeke tekûz û mîna bajarekî rêkûpêk afirandiye. Seheka tehmê (quwweya zaîqe) ya ku di dev de kiriye dergevan, rehik û damar wekî têlên telefon û telgirafê di navbera seheka tehmê û mîdeya ku di navenda bedenê de wasîteya muxabereyê ye, ku maddeya dikeve devî bi wan damaran îxbar dike. Eger pêwistiya wê ji gewdeyê re, ji mîdeyê re nebe, dibêje “qedexe ye” û diavêje derve. Carinan jî digel ku faydeya wê ji gewdeyî re nîne jî ku zerarde û tehl be, tavilê diavêje derve û tifî dike rûyê wê.    

   Va ye madem seheka tehmê a di devî de dergevanek e; mîde ji aliyê rêvebirina laşî de efendiyek e, serwerek e. Ew diyariya ku ji wê qesrê re yan jî ji wî bajarî re tê û didin serwerê wê qesrê, eger sed derece qiymetê wê hebe, ji dergevanî re wek bexşîş ancax pênc derece munasib e, zêdetir nabe. Da ku dergevan xwe qure neke, ji riya rast dernekeve, wezîfeya xwe ji bîr neke û îxtîlalkerên ku zêde bexşîşê bidin nexe hundirê qesrê. Va ye li ser vê razê, em niha du pariyan ferz dikin. Pariyek ji madeyeke xidadar ya mîna penêr û hêkê bi pênc qurûşan be; pariya dî jî ji beqleweya herî çê ya deh qurîşî be; ev herdu parî hêj neçûyîn devî de ji aliyê gewdeyî ve cudayiya wan nake, wekhev in. Piştî ku di gewriyê re derbas bû, di xwedîkirina laşî de dîsa wekhev in. Belkî carinan penîrê pêncqurûşî hîn baştir xwedî dike. Bes, ev heye ku ji aliyê razîkirina seheka tehmê ya di dev de bi qasî nîv deqîqeyê ferq heye. Mirov ji bo xatirê nîv deqîqeyê ji pênc qurûşî here deh qurîşan, bêîqtisadiyeke çiqas bêmane û bizirar e, bila were qiyaskirin. Niha, ew diyariya ku ji serwerê qesrê re hatî pênc qurûş e, digel wê çendê eger ji dergevanî re neh caran zêde bexşîş were dayîn wê dergevanî bitirr bike. Wê bêje “serwer ez im.” Kî bêhtir bexşîş û lezetê bide dê wî têxe hundir, dê alozî û şewatê derxîne. Wê mecbûr bike ku bêje: “Eman, bila doktor were, herareta min bisekinîne, tîna canê min deyne.”

   Va ye, aborî û qenaet tevgera munasib a li gorî hîkmeta îlahiye ye; seheka tehmê (quwweya zaîqe) dike dergevan û li gorî wê bexşîşê dide. Heçî îsraf e, ji ber ku dijê wê hîkmetê tevdigere, zû şeqamê dixwe, mîdeyê tevlîhev dike, îştaha rasteqîn winda dike. Bi îştaheke derewîn a ji xwarinên cûrbecûr hatî dide xwarin, dibe sedema bêhezmiyê û nexweş dixe.    

   NUKTEYA SÊYEMÎN: Di Nukteya Duyemîn a derbasbûyî de me gotibû ku “Seheka tehmê, dergevan e.” Belê, ji bo ehlê xefletê û ji bo wan mirovên ku ji aliyê ruhî ve tereqî nekirî û di pîşeyê şukrê de bi

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat